ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2016'AN 2016-12-16 09:00:45 ROJANE * Hevberdevkê Însiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re Mehmet Temîzyuz dest nîşan kir ku, ew ê ji niha şûn ve wek înisyatîf ji bo girtiyan û malbatên wan xebatên xwe bidomînin û got, ji her demê bêtir tecrîd û îşkence li girtîgehan zêdetir bûye. Temîzyuz anî ziman ku, tecrîda li ser Ocalan û îşkenceya li ser girtiyan ji aliyê yek navendekê ve tê meşandin û got, girtî bi qetlîaman re rû bi rû ne. * Di ser cinayeta Hrant Dînk re, ji 10 salan kêm mehek, derbasû lê hîn jî kiryarên wê bi awayekî tam dernektine holê û nehatine cezakirin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan dest nîşan kir ku, gihandina paşplana cinayetê hîn jî pêk nehatiye û got:"Tenê hinekî mij belav bûye." * Der barê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli yê ji peywirê hat dûrxistin û girtin de, ji ber li "Goristana Şêx Seîd" a li Pîranê hat avakirin 2 caran muebbeta giran, 121 sal û heta 20 hezar rojî cezayê pereyê edlî tê xwestin. * Leyla Eleftoz Baran ku beriya niha bi 3 mehan, bi hinceta ‘Endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin û tevî kurê xwe Rojvanê 5 mehî di girtîgehê de bû gihişt azadiya xwe. Baran anî ziman ku, Rojavan bira, zarok û neviyê girtiyan bû. * Hevşaredarê Bişêriyê Mûstafa Ozturk ê ji peywirê hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin got, beriya tayînkirina qeyûmê, mufettîşên hatin şaredariyê ji ber fersatea wan î şaredarîvaniyê ew pîroz kirine û dest nîşan kir ku, biryar bi temmî li dijî tunekirina destkeftiyan e. * Berê li Dêrika Çiyayê Mazî bi sedan ermenî dijiyan û ji van welatiyan niha tenê malbata Demîrcî ya ermenî maye. Ji bo malbata Demîrcî tişta herî girîng ew e ku, mirov bizanibin bi hev re bijîn. * Li Kerboranê 22 sal berê 3 jê zarok 8 kes ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibûn qetilkirin. Piştî ji bersûcên doza "Kerboran JÎTEM"ê Mehmet Tîre got, eleqeya wî bi bûyerê re tune ye, malbatan bersiva wî dan û gotin, bêyî Tîre tu gav nayê avêtin. * Li Mêrsînê ji sedema binçavkirina nêzî 100 kesî, Mehmet Mazlûm Sarikaya yê ji sedî 80'ê berasteng û muhtacî lênerînê ye, ji dê û bavê xwe hat veqetandin. * Li Êlihê, Kasim Demîrtaş, bi elektrîkdayînî û îşkenceyê xwişka xwe Amîne Demîrtaş qetil kirkiribû. Di lêpirsîna Demîrtaş de, nexweşxaneya rapora otopsiyê amade kir, got li ser bedenê şopên elektrîkdayînê nehatine dîtin û ev bi xwe re pirsa ‘gelo şopên îşkenceyê hatin malaştin?’ anî bîra mirov. * Li Çinarê, malbata G.’ya 11 salî ya di encama îstîsmara zayendî de ducanî bû û paşê welidî, berkesê îdiayan got, îstîsmar ne li Sêwazê li navçeya wan pêk hatiye û xwest demildest îstîsmarkar bê dîtin. * Şaxa ÎHD’a Stenbolê û Nûnertiya TÎHV’a Stenbolê, wê têkildarî operasyonên binçavkirinê yên di demên dawî, li Şaxa ÎHD’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00) * Şaxa ÎHD’a Wanê, wê bi munasebeta Hefetya Mafên Mirovan û Demokrasiyê, li avahiya komeleyê têkildarî binpêkirina mafan pêşangeha wêne vebike. (12.30) * Wê hevalên nivîskara Ozgur Gundemê ya girtî Asli Erdoganê, li Eywana Weqfa Dîrokê bi sernavê “Wêjeya Asli Erdoganê” panelekê li dar bixin. (13.00) * Baroya Amedê, bi daxwaza ji bo dîtina kiryarên Tahîr Elçî û ji bo dosyeya lêpirsînê bi lez û bez bê meşandin, wê li ber Edliyeya Amedê çalakiyê li dar bixe. (13.30) * Şaxên TİHV û ÎHD'ê yên Îzmirê dê li Tepekule Kongre bi beşdarbûna rojnameger Erol Onderoglu û Huseyin Aykol panela li ser azariya çapemeniyê bidin. POLÎTÎKA * Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, wê li Meclîsê têkildarî êrîşên li dijî partiya wan û rojevê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30) JIN * Jinên ku gotin, "Em bi her awayî li dijî OHAL'ê têdikoşin", li dijî OHAL'ê hedefa wan ew e ku, eniya berxwedanê zexmtir bikin. Zeynep Altinkaynak diyar kir ku, OHAL hîn bêtir îstîsmar, şidet û bêkarîtî ye û ew ê mal bi mal bi bigerin û vê rewşê ji hemû jinan re vebêjin. * Ji meha tîrmehê, bi îlankirina OHAL'ê re heta niha, li Tirkiyeym ji aliyê mêran ve 147 jin hatine qetilkirin. Endama Platforma Jinan a Edeneyê Parêzer Fatoş Hacivelîoglû, balê kişand ser zêdebûna şideta di seredma OHAL'ê de. ABORÎ * Li hemberî TL, bênavber ji ber zêdebûna dovîzan û kûrbûna krîza aborî, mirov pereyên di dest xwe ji bo dolar radizînin. Li Amedê, xwediyên buryên dovîzan anî ziman ku, di nezda gel de tu bersiv ji bo banga Erdoganî tune ye. * Krîza aborî her diçe di jiyana rojane de beloq dibe. Li bazara Încesûyê esnaf ji firotinan, welatî jî ji kêmbûna hêza kirînê bi gazinc in. JÎNGEHA KEDÊ * Li dijî arizîkirin û biçûkkirina Petrolên Tirkiyeyê (TP), li çar herêman 3 hezar û 200 karkerên girêdayî Sendîkaya Kar a Petrolê, biryara wê li Enqereyê çalakiyê li dar bixin dan. Li Êlihê li ser navê karkerên petrolê, Serokê Şaxa Sendîkaya Kar a Petrolê Şeyhmûs Kaygûsûz axivî û got, ew ê li dijî van sepandinan heta dawiyê têbikoşin.