Der barê Firat Anli de, 2 muebbet û 121 sal cezayê girtîgehê tê xwestin 2016-12-16 09:19:05 AMED- Der barê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli yê ji peywirê hat dûrxistin û girtin de, ji ber li "Goristana Şêx Seîd" a li Pîranê hat avakirin 2 caran muebbeta giran, 121 sal û heta 20 hezar rojî cezayê pereyê edlî tê xwestin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê tê meşandin de, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli yê di 30'yê cotmehê de ji epywirê hat dûrxistin û girtin jî di nav de 7 jê girtî, der barê 51 yek kesî de îddianame hat amadekirin temam bû. Di îddianameyê de, bi îdiaya li Gundê Kûrşûnlû yê navçeya Pîrana Amedê alîkariya înşaata "Goristana Şêx Seîd" kirine, ji 5 salan, 2 cara muebbeta giran, 121 sal heps û heta 20 hezar rojî cezayê pereyê edlî hat xwestin. Di îddianameya ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de, bersûc bi pêkanîna "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê", "Ji ber kes pewyira cemaweriyê bi cih aniye, kuştina kesekî", "Kirîn, veguhastina û li ser xwe peydakirina çek û guleyên ji aliyê hejmarê ve wehm in", "Bêyî destûr peydakirina maddeyên xetere an jî alîkariya sûcên destguhêr", "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" tên tawanbarkirin. Dadgeha îddianame qebûl kir, wê di rojê pêş de dîroka rûniştina dozê diyar bike.