Bersûcê zaroka 11 salî îstîsmar kir, hîn jî nehatiye dîtin! 2016-12-16 09:23:38 AMED - Li Çinarê, malbata G.’ya 11 salî ya di encama îstîsmara zayendî de ducanî bû û paşê welidî, berkesê îdiayan got, îstîsmar ne li Sêwazê li navçeya wan pêk hatiye û xwest demildest îstîsmarkar bê dîtin. Li Çinara Amedê, G.’ya 11 salî ya di encama îstîsmara zayendî de welidî û tevî pitikê li Saziya Hêvişandina Zarokan tê ragirtin, bersûcê êrîşê wê kiriye hîn jî nehatiye dîtin. Li gel ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê doz hatiye vekirin jî, hîn jî îfadeya malbatê nehatiye wergirtin û malbat ji bo piştevaniya huqûqî çend roj berê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Têkildarî pêkanînan me bi malbatê re hevdîtin pêk anî. DAYIK: LI NEXWEŞXANEYÊ HÎN BÛM Dayik Ş. wiha got: “Keça min piştî hefteya 37’emîn welidand. Di vî 37 hefteyan de , bi tu awayî min ferq nekir ku keça min ducanî ye. Bereksê wê digot ez regl dibim. Tu carî sancûyên wê jî çênebûn. Dema ji bo navêşandinê me serî li nexweşxaneyê da jî, ji bo şûştina xaliyan alîkariya min kir. Li nexweşxaneyê hîn bûm ku, keça min ducanî ye.” ÎSTÎSMAR LI ÇINARÊ PÊK HAT Dayik Ş. dest nîşan kir ku, hin organên çapemeniyê îdiakirine ku îstîsmar dema ew wek akrkerên demsalî çûne Sêwazê li wir pêk hatiye, lê ev nerast e û wiha axivî:”Keça min piştî hefteya 37’emîn welidî. Beriya biwelide bi 6 mehan em çûbûn Sêwazê. Em di cotmehê de vegeriyan û piştî mehekê welidî. Ji ber vê ne pêkane ku îstîsmar li Sêwazê pêk hatibe. Îstîsmar li Çinarê pêk hatiye.” Dayik Ş. diyar kir ku, lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, lê belê ji bilî G.’yê îfadeya tu kesî nehatiye wergirtin û wiha bang li mercîên edlî kir: “Divê ev bûyer demidlest derkeve holê û berpirsiyar bên cezakirin. Ez naxwazim ev veguhera doza xwîniyî. Carekê ez êşiyam, êdî bes e. Divê dewlet demildest berpirsiyan bibîne.”