Rojvanê 5 mehî, jêderka moralê girtiyan, niha azad e 2016-12-16 09:24:04 AMED - Leyla Eleftoz Baran ku beriya niha bi 3 mehan, bi hinceta ‘Endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin û tevî kurê xwe Rojvanê 5 mehî di girtîgehê de bû gihişt azadiya xwe. Baran anî ziman ku, Rojavan bira, zarok û neviyê girtiyan bû. Jina bi navê Leyla Eleftoz Baran, di 11'ê Îlonê de dema ji Mêrdînê ji bo sersaxiyê diçû Amedê tevî zarokê xwe Rojvanê 5 mehî di rê de hat binçavkirin û bi hinceta ‘Endamê rêxistinê ye’ hat girtin. Baran tevî kurê xwe Rojvan 3 meha di girtîgehê de ma û beriya niha bi 2 rojan gihîşt azadiya xwe. Rojvan, di 2 mehiya xwe de girtîgehê nas kir û 3 mehan bi dayika xwe re girtî ma û 2 roj berê tevî dayika xwe gihîştin azadiya xwe. ROJVAN 3 MEHA GIRTÎ MA Rojvan di pitikiya xwe rastî şert û mercên zor hat û piştî 5 mehên destpêka jiyanê 3 mehên xwe di girtîgehê de derbas kir. Bi girtina Rojwan re, guherîn û veguherîn li jiyana wî xwe dan der û ev tu bikî nekî bandorê li ser tenduristiya wî jî kiriye. Rojvan ê piştî 3 mehên girtîgehê, niha tu kesî nas nake. Li gorî zarokên 8 mehî, diviya Rojvan jî bi ser piya biketana, lê ji ber şert û mercên girtîgehê û xwarin û vexwarinên qels, hîn bi ser piya neketiye. li girtîgehê, Rojvan gelek caran rastî pirsgirêkên tenduristiyî tê û carekê jî ji aliyê bijîşkê girtîgehê ve bi şaşî tê dermankirin û ji ber vê bijîşk ji peywirê tê girtin. Girtiyên ji bo xwarin û vexwarina Rojvan, serî li Muduriyeta Girtîgehê didin, rastî bersiva ‘Ez jî vê xwarinê dixwim’ tên û bi hincetên cûr bi cûr, pêlîstokên Rojvan jî bi paş ve tên vegerandin. ROJVAN REWŞA GIRTIYAN BÛ Ji aliyekî girtîbûna Rojvan trajediyekê nîşan dide û li aliyekî jî li girtîgehê Rojvan dibe rewşa girtiyan. Rojvan ji girtiyan re dibe bira, zarok û nevî. Dema Rojvan digirî jî bi dengê hûnermenda NÇM'ê Nûdem Dûrak bêdeng dibe û strana herî ji Rojvan xweş dihat jî strana ‘Zarokek digirî' (Bîr çocuk agliyor) a Ahmet Kaya bûye. ‘JI BO DAYIKEKÊ REWŞA HERÎ ZOR E’ Baran 3 mehên girtîgehê û rewşa Rojvan vegot. Baran dest nîşan kir ku, ew bi hinceta ‘Endamê rêxistinê’ hatiye girtin û wiha axivî: “Ez çawa dikarim bibim endamê rêxistinê. Ji ber vê derhuqûqiyê 3 mehan tevî zarokê xwe girtî mam. 3 mehan tevî Rojvan re girtî mam. Ji bo dayikekê rewşa herî zor e. Di qawîşa 30 kesî de 50 kes diman. Ev jî bû sedema gelek pirsgirîkên tendûristî û xwarinê. Rojwan jî di bin bandora vê yekê de ma. Gelek caran nexweş bû. Radikirin revîrê, lê carinan ew sewqî nexweşxaneyê dikirin û min pê re nedişandin. Baweriya min jî bi wan nedihat ku Rojvan bi tenê bibin nexweşxaneyê.” ‘ROJWAN BI KEVOKAN RE DILÎST’ Baran diyar kir ku, di navbera Rojvan û hevalên wî yên girtî re pira eviniyê hatibû avakirin û axaftina xwe wiha domand: “Rojvan zarokekî 8 mehî bû, lê hemû hevalên min î girtî nas dikir. Dengê wan jî nas dikir û dema stranên Nûdem guhdar dikir bêdeng dibû. Dema em derketin hewadariyê bi kevokan re dilîst. Dixwast bi kevokan re biaxive. Dema Rojvan hişyar dibû rojê nedidît, ranzeya jor didît. Lê niha ev 2 roj e bi rojê hişyar dibe û şaş dimîne. Dema Rojvan nû hat girtîgehê, her tim digiriya. Li ber pacê bi caxan digirt û ev jî ji bo me ya herî zor bû.” ‘JI BO DAYIKÊN WEKÎ MIN EZ Ê TEBIKOŞIM’ Baran da zanîn ku, li girtîgehan gelek girtiyên wekî wî hene û got ku divê dawî li van kiryarên li ser dayikan dawî bê. Baran anî ziman ku ew û zarokê xwe azad bûn û dê ji vê rojê şûn de ji bo azadbûna girtiyên din tebikoşin û ji bo nûçeyên der barê wê û zarokê wê de jî spasiyên xwe peşkeşî çapemeniya azad kir.