Alîkariya ji bo sêwiyan dihat kirin hat astengkirin 2016-11-16 09:22:50 DERSIM – Bi girtina Komeleya Têkoşîna Bi Xizanî û Domdariya Pêşvebirinê ya Dersimê (DERSIM-DER) re, 150 malbatên ku bi awayekî nîzamî alîkariya wan dihat kirin, vê zivistanê ji piştevaniyê bêpar hatin hiştin. Di nav komeleyên bi biryara Wezîrê Karên Hundurîn hatin girtin de, li Dersimê Komeleya Têkoşîna Bi Xizanî û Domdariya Pêşvebirinê ya Dersimê (DERSIM-DER) jî heye. Bi mohrkirina vê komeleyê re gelek malbatên xizan hatin mexdûrkirin. Komeleya kud i sala 2013’an de dest faaliyetên xwe kir, alîkariya 150 malbatên ku rewşa wan î maddî enbaş bû dikir. Ji van malbatan yek jê ji niştecihên Taxa Alî Baba Hatîce Turkoglû(35) ye, ku piştî bavê wê dimire li maleke kevirî ya kevn de li dayika xwe ya 90 salî Hanî Turkoglû û li du xwişkên xwe yî xwendekar dinere. Turkoglû diyar kir ku, tam wê komele erzaqên wan î zivistanê li wan belav bikirana birayara girtina wê hatiye dayîn û wiha bertek nîşan da: “Em du jin in, kesekî me yî bixebite tune. Bi saya wê em li ser piya bûn. Em ê niha çi bikin. Bila demildest komeleyê vebikin.” TEVÎ ZAROKÊ XWE NEÇAR MAYE Ji kesên ku alîkarî ji DERSIM-DER’ê werdigritin yek jê jî Makbûle Çakici ye, ku li Taxa Harçîkê li xaniyekî du oadeyî tevî yek jê berastengê dîtinê 3 zarokên xwe dijî. Çakici diyar kir ku, her 3 zarokên wê jî dixwînin û bi girtina komeleyê re ew mexdûr bûne û wiha axivî: “Em bi saya wê alîkariyê bûn. Niha jî rewşa me nebaş e. EM di kirê de ne û em bi pereyê lênerîna zarokan nikarn debara xwe bikin. Alîkariya me dikirin, wê jî birîn.” DIBE ZEXÎRE XERA BIBIN Ji bo li welatiyên xizan bê belavkirin 15 hezar heb alîkarî hatibû komleyê û bêyî ev alîkarî bên belavkirin, komele hat mohrkirin û derket holê ku, dibe ku ev zexîre xera bibin. Her wiha hat zanîn ku, wê komele li ser birayara rawestandina faaliyetên wê îtiraz bike.