Xebatkarê şaredariyê: Polîsan ez revandim û gefa kuştinê li min xwar 2016-12-16 12:09:58 RIHA - Xebatkarê Şaredariya Pirsûsê ya qeyûm hatiye tayînkirin Musa Temuçin, diyar kir ku ku polîsan di 8'ê kanûnê de ew revand û 5 saetan ew di bin çavan de hişt. Temûçîn, anî ziman ku polîsan di bin çavan de xwest ew bibe sîxur û ji ber ev yek qebûl nekir gefa kuştinê li wî xwar. Temuçûn li dozgeriyê gilî kir. Şaredariya Pirsûsê ya Rihayê piştî qeyûm hat tayînkirin xebatkarên şaredariyê di bin zext û u gefan de dixebitin. Xebatkarê Şaredariya Pirsûsê Musa Temuçin, diyar kir ku di 8'ê Kanûnê de dema diçû garaja şaredariyê de polîsan ew revand û 5 saetan di bin çavan de hat hiştin. Temuçin, têkildarî revandina xwe li dozgeriyê gilî kir. Temûçûn di daxwaznameya xwe de diyar kir ku di 8'ê kanûnê saet di 14.00'an de diçû garaja Şaredariyê ya nêzî midûriyeta polîsan a Pirsûsê ji aliyê maşineyek spî ya 34 plake hat rawestandin û 3 kesên ji maşîneyê daketin ew revand û wiha got: "Ez bi maşîneyê birim Turkel Petrolê ya li ser rêya Rihayê. Polîsan têkildarî jiyana min pirs ji min pirsîn. Got ger ku tu li gel me bixebite tu niha Hezar û 500 TL distîne li şûna wê em dê 3 hezar TL pere bidin te. Ji min xwest ku ez dîka karê xwe yê berê berdewam bikim û li wir ji wan re sîxurê bikim. Ji ber ku min ev daxwaza wan qebûl nekir ez bi kuştinê tehdît kirim. Yeki ji wan got "Amîrê min em guleyekê berdin serê wî û biçin. Dema ez binçav kirim serê bin daxistin û destûr nedan ku ez li der û dorê xwe binerim. Ez ji maşîna Transporter daxistim û xistim maşîneyek din. 4 kes li gel min suyar bûn û em ketin rê. Piştî em ketin riya Rihayê li cihekî bêdeng maşîne rawestiya û 2 kesên din li maşînê suyar bûn. Ji min re got em dizanin tu çi karî dike. Pirsa Hamit Balî ji min kirin. Xwestin ez li midûriyat polîsan bixebitim. Piştre xwest ez karê xwe yê berê bikim û sîxuriyê ji wan re bikim. Piştî min ev qebûl nekir gefên kuştinê li min xwar û saet di 19.00'ê êvarî de ez serbest berdam. EWLEHIYA MIN TUNE Temuçin, anî ziman ku cihê lê hat binçavkirin û revandin kamerayên mobese hene û xwest ew kamera bên lekolînkirin. Temuçin, anî ziman ku ewlehiya wî û malbata wî tune û li dozgeriyê gilî kir.