Girtina Sansasyonel 2016-12-16 15:14:20 AMED - Di 12’ê Kanûnê de piştî Amed Yakişir ê bavê 2 zarokan hat binçavkirin medya hawiz nûçeya “Kadroyê çiyê ku amadekariya çalakiya sansasyonel dikir hat binçavkirin” weşand. Li ser vê nûçeyê, bavê 2 zarokan Adem Yakişir hat girtin û şandin girtîgehê. Polîsên tîmên taybet ên TEM’a Amedê di 12’ê Kanûna 2016’an de bave 2 zarokan ê 32 salî Adem Yakişir li malê binçav kir û piştre ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Piştî Yakişir hat binçavkirin, medya hawiz nûçeya “Kadroyê çiyê ku amadekariya çalakiya sansasyonel dikir hat binçavkirin” weşand. Li ser vê nûçeya ku hedef nişan da bavê 2 zarokan Adem Yakişir hat girtin û şandin girtîgehê. Dema Yakişir hat binçavkirin medya hawiz bi sernavê “Terorîstê ji kadroyên PKK’ê yê çiyê hat û amadekariya çalakiyan dikir hat binçavkirin” serwîs kir. Piştî Yakişir hat binçavkirin û girtin malbatê bertek nîşanî nûçeya derew da û got: “Yaşikir 10 salin li taxa Melîk Ahmet rûdinê û karkerê înşaetê ye. Yakişir, li malê di serdegirtina polîsan de hatibû binçavkirin. Polîsan di 13.00’ê rojê de bi ser malê de girtibûn û li mala Yakişir 4 saetan li malê lêgerîn kiribûn. Hevsera Yaşikir Ayla Yakişir a 31 salî ku hêj tirs û xofa serdegirtina polîsan ji ser xwe neavêtiye diyar kir ku medya hawiz hevserê wê wekî “terorist” nîşan dan û hemû nûçe derew e. Yakişir, anî ziman ku dema polîsan bi ser mala wan de girt hevserê wê û zarokên wê li malê bûn û wiha got: “Ez hevserê xwe û zaroken xwe li malê bûn. Dema hevserê min çû dikanê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û û polîsan bi ser malê de girt. Nêzî 20 polisan bi ser malê de girt ûnêzî 4 saetan li malê lêgerîn kirin. Neheqiyên giran li me kirin. Hemû mal belav kirin û alavên me tar û mar kirin. Qulik bi qulik li her derê geriyan. Piştî lêgerina 4 saetan tenê bilgisayar, telefon û çeka hevserê min a diyariya bavê wîe ji malê birin. Lê wekî ku gelek muhîmat ji malê derxistibin nîşan dan. Çêr û neheqiyên giran li min û hevserê min kirin. Gef li me xwarin. Hevserê min li cihê neheq binçavkirin û girtin. Dema çûn jî 3 gule li pey xwe hiştin. 4 rojin destûr nadin ku parêzer biçin Yakişir ziyaret bike.