Gonder: Polîs got 'dewletê li te binere tu dê razê û derkeve' 2016-12-16 21:31:14 ENEQER - Bersûcê teqîna li dijî mîtînga HDP'ê ya li îstasyona Amedê pêk hat Orhan Gonder, diyar kir ku polîs ji wîre gotiye "Dewletê li te binere. Tê razê û pişre derkeve." Rûniştina bersûcên teqîna di 5'ê Hezîrana 2015'an de li dijî mîtînga HDP'ê ya îstasyona Amedê pêk hat û 5 welatiyan jiyana xwe ji dest da li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncana Enqereyê hat dîtin. Di rûniştena dozê de bersûcên girtî Îsmail Kormaz, Mustafa Kilinç, Orhan Gonder, Burhan Gok û parêzerên wan amede bûn. Dîsa di rûniştenê de mam û pismamê çayvanê ku li qada mîtîngê çay difirot Suleyman Zeren jî di rûniştinê de amade bûn. 'Dewlet dê li te binere tu dê razê û derkeve' Li salona dadgehê piştî tesbîta nasnameyan hat kirin bersûc Orhan Gonder mafê axaftinê kir û diyar kir ku tu eleqeya wî û bûyerê bi hev tune ye. Gonder, anî ziman ku ji ber sedema esrar û tiryakê li Amedê bû û wiha got: "Polisan di bin çavan de ji min re got behsa karê tiryakê neke. Polîsan xwest ez bombeyê qebûl bikim û got 'Bombekirinê qebûl bike. Tu dê salekê li girtîgehê razê û bê berdan. Dewlet dê li te binere. Dema tu bê berdan jî dê nasnameya te biguhere.' Lê min di bin zextan de îfade da. Ez vê îfadeyê qebûl nakim. Ez bersûcên din jî nas nakim." Gonder, wekî endamên DAIŞ'ê yên ji dozên din ten darizandin diyar kir ku ew dê bersîvê nede parêzerên mudafî. Di rûniştina dozê de Bavê Orhan Gonder Mustafa Gönder û dayika Orhan Gonder Hatice Kurt jî hatin guhdar kirin. Bav Gonder, diyar kir ku ew li Semsûrê esnaf e û di demên dawî de zarok pir hatine guhertin. Mustafa Gonder, anî ziman ku mejiyê zarokên Semsûrê hatine şuştin, lê kes tu tedbîra vê yekê nagire. Dayika Orhan Hatice Kurt jî anî ziman ku piştî kurê wê winda bû 3 meh şûnde dikarî bi wî re têkeve têkiliyê û wiha got: "Dema Serokwezîrê wê demê Davutoglu hat bajar min rewş ji wîre got. Lê Dawitoglu got 'Ez ji bo kurê te nikarim bi Esad re bi axivim. Ez dê navê wî bidim MÎT'ê ew dê ji tere bînin' û bersîv da min." Bavê Suleyman Zeren Hakan Zeren jî hatin guhdar kirin. jî anî ziman ku dema ew çû alîkariya kurê xwe Orhan Gonder li cem wî dît û xwest ji Gonder dûr bikeve. Piştre parêzeran mafê axaftinê kir û demekê ji ber pirs û bersîvan rageşî derket. Piştî navberê doz taloqî 27'ê Sibatê kirin.