Alternatîfa qursên biheq: Dersxaneyên Piştevaniyê yên Beyoglûyê 2016-12-17 09:23:47 STENBOL - Dersxaneyên Piştevaniyê yên Beyoglûyê yên bi hewldana komek ciwanên dildar hatin avakirin, bi dirûşmeya "Bi xwe bawer be, bêdeng nemîne, bi piştevaniyê bi hev re hîn bibe" tevdigere û li dijî qurs û dersxaneyên biheq qadeke piştevaniyê ya alternatîf diafirîne. Li gelek semtên Stenbolê, ev du sala havînan qursên wek "Her Der Dibistana Havînê a Zarokan" dihatin vekirin. Piştî vê ceribînê vê carê jî komek ciwanên dildar bi dirûşmeya "Bi xwe bawer be, bêdeng nemîne, bi piştevaniyê bi hev re hîn bibe", li Dersxaneyên Piştevaniyê yên Beyoglûyê hatin gel hev. Dersxaneyên piştevaniyê yên ev nêzî du hefteya ye bangawaziya wan tê kirin, tê plankirin wê hefteya pêş dest bi dersan bike û her wiha eleqeyeke zêde ji bo wan heye. Li Dersxaneyên Piştevaniyê yên Beyoglûyê, wê ji aliyê dildaran ve dersên wek matematîk, geometrî, fransî, tirkî, îngîlîzî, bernameyên kompîturê, sêwirandin-montaj, photoshop û hwd. bên dayîn. Li van dersxaneyan armanc, dûrketina ji reqabetê û derdayîna piştevanî û hevgirtiyê ye. ALTERNATÎFA LI DIJÎ QURS Û DERSXANEYÊN BIHEQ Dersxaneyên Piştevaniyê wê tenê bi Beyoglûyê sînorkirî nemîne, her wiha tê payîn ku wê li herêmên wek Taxa Gaziî, Nûrtepe, Sariyer, Beşîktaş, Kartalê jî bên vekirin. Li van dersxaneyan, hem xwendekar û hem jî akademîsyenên bi KHK'yan hatin îxrackirin ji bo dersdayînê daxwaz dikin û di heman demê de, îdiaya van dersxaneyan ew e ku, wek alternatîfa qurs û dersxaneyên biheq tevbigere. Yek ji dildarên Dersxaneyên Piştevaniyê yên Beyoglûyê Savaş Çîçek. Çîçek sedma pêdiviya vê piştevaniyê vegot. ‘DERSXANEYÊN PIŞTEVANIYÊ ZAROKÊN GEZIYÊ NE' Çîçek got, Dersxaneyên Piştevaniyê zarokên Geziyê ne û diyar kir ku, di heman demê de berdewamiya jiyana hevpar û parvekrina berxwedana Geziyê ye. Çîçek anî ziman ku, di serdemeke ku çerxa her tiştî bi pereyan digere, êdî hema bêje jiyan jî bûye meta, ew dixwazin bi van dersxaneyan tovên jiyaneke nû bireşînin û got, bêyî reqabet û pere wan dersxane bi ruhê piştevaniyê ava kirine. ‘DERSXANEYÊN PIŞTEVANIYÊ ŞIKESTINA BÊHÊVÎTIYÊ YE' Çîçek ê ku got, “Birşîrînên an jî kêfxweşiyeke bi hev re jî piştevanî ye" nêrîna wî ew ku, ev dersxane li dijî tenêhiştina jiyana civakê ya bi OHAL'ê hat îlankirin re, wê qada piştevaniyê vebike. Çîçek wiha got:"Em dixwazin hinekî be jî mirovan bînin gel hev, rewşeke bêtirs, piştevaniyî li wan peyda bikin. Niha pêdiviya mirovan bi rûniştina gel hev heye. Wê ev dersxaneyên piştevaniyê kêliyekê be jî bibe şikestina vê bêhêvîtiyê." ‘GELEK MIROVÊN DIXWAZIN BI PIŞTEVANIYÎ TEVBIGERIN HENE' Çîçek got, piştî wan di ser civaka medyayî de bangawaziya wê kiriye gelek mirova xwestine piştevaniya wan bikin û wiha axivî:"Ev jî tê wateya ku, li gel rageşiya li welat hîn jî gelek mirov hene ku bi piştevaniyî tevbigerin. Ew fûryaya tirsê li her derê civakê belav bûye. Me jî, ji bo belavkirina wê asteng bikin dest bi van dersxaneyên piştevaniyê kir." BANGA PIŞTEVANIYÊ Çîçek diyar kir ku, hîn jî qeyd didomin û herî dawî ji bo beşdarbûyînê bang li akademîsyenên îxrackirî û kesên dixwazin bi wan re têkevin têkiliyê kir. Yên bixwazin beşdarî Dersxaneyên Piştevaniyê yên Beyoglûyê bibin, dikarin ji van navnîşanên jêr pêwediyê deynin: Taxa Huseyînaga, Kuçeya Baloyê, Jimare: 29/3 Beyoglû Telefon: 0507-403-52-62