3 xwendekarên berastengê zîhnî, rastî îstîsmara zayendî ya mamosteyê xwe hatin 2016-12-17 09:24:27 ÎZMÎR - Li Îzmîrê, derket holê ku 3 xwendekarên berastengê zîhnî ne, rastî îstîsmara zayendî ya mamosteyê 61 salî Şevket Gulenç ê li Navenda Perwerdehiya Taybet a Bornova Korfezê dikeve dersa Baxçevaniyê, hatine. Li Îzmîrê, derket holê ku 3 xwendekarên berastengê zîhnî (bîrayî) ên bi navê E.Y., B.K., T.Ç., rastî îstîsmara zayendî ya mamosteyê xwe Şevket Gulenç (61), ê li Navenda Perwerdehiya Taybet a Bornova Korfezê dikeve dersa Baxçevaniyê, hatine. Bûyera zayendî jî, piştî xwendekar ji mamosteyê xwe yî bi navê H. re vedibêjin derket holê. KOMPÎTURA ÎSTÎSMARKAR NEHAT DESTESERKIRIN! Piştî îdareya dibistanê malbat agahdar kirin, malbat giliyê Gulenç kirin. Piştî giliya malbatan, Gulenç di 14'ê kanûnê saet di 22.00'an de ji aliyê Ekîbên Buruya Exlaqê ya Muduriyeta Polîsan a Îzmîrê ve hat binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hat destpêkirin de, wek delîlên sûcî tenê xêvên flaşê yên Gulenç hatin desteserkirin û ji ber kompîtur û telefona Gulenç wek delîl nehatin desteserkirin, parêzerên ketin dozê bertek nîşan dan. Gulenç ê piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Îzmîrê hat kirin, ji aliyê 2'yemîn Dadweriya Cezayê Sulhê ve hat girtin û ew şandin girtîgehê. VÎDEOYÊN TIŞTÊN ZAYENDÎ DI WAN DE, BI XWENDEKARÊN BERASTENG DAYE TEMAŞEKIRIN Ji ber travmayeke zêde îfadeya E.Y. nehat wergirtin, lê belê B.K. û T.Ç. di îfadeyên xwe de îstîsmara zayendî piştrast kirin. B.K. û T.Ç., di îfadeyên xwe de dest nîşan kirin ku, du xêvên flaşî; yek reş û yek sor tim bi Gulenç re hebûne û piştî 7 xwendekarên kur ji polê derdixe, xêva flaşhî ya vîdeo û wêney tê de bûne xistiye kompîturê û bi wan daye temaşekirin û dan zanîn ku, dema kesek bihatana polê, ew flaşa vîdeo tê de bûn ji kompîturê derdixist ya din dixistê û wêneyên dar û kulîlkan nîşanî wan dide. B.K. û T.Ç. anîn ziman ku, Gulenç tim destê xwe li bedena wan digerand û gotin, ji wan re tim digot, 'keçikno hûn jî wiha li xwe bikin û bibin wek van jinan.' ‘TIM GEF LI ME DIXWARIN' B.K. û T.Ç. diyar kirin ku, ji bo ew van pêkanîna ji kesî re nebêjin, Gulenç tim gef li wan dixwarin û wiha gotin:"Tim ji me re digot, 'heke van pêkanînên ez li we dikim, hûn ji kesî re bibêjin ez ê we daxim jêrzemînê û we bi mişkan bidim xwarin.' Tim ji wê flaşê vîdeo û wêne nîşanî me dida." ‘DIBE VÎDEOYÊN KU BERÊ MIN JÊ BIRIBIN' Lê, Gulenç ê li muduriyeta polîsan û dozgeriyê îfade da jî, bûyera zayendî ya tê îdiakirin red kir û di îfadeya xwe de tim xwendekarên keç ê rastî îstîsmarê hatin reş kir û wiha got:"Di her du flaşên ez bi kar tînim de, vîdeoyên qursên baxçe di wan de cih digirin. Ji ber ji zûv de ye ez van flaşan bi kar tînim, dibe ew wêne û vîdeoyên zayendî yên ku min berê jê birîbûn bin." Gokhan Oner - dîhaber