Taşkin Yasak ê 16 rojin winda ye vegeriya malê 2016-12-17 13:35:57 AMED - Welatiyê Amedê Taşkin Yasak ê ji 1’ê Kanûnê ve winda ye û malbat agahî jê nagire vegeriya malê. Malbatê diyar kir ku ji ber ewlehiya xwe nikarin daxuyaniyê bidin. Taşkin Yasak ji 1’ê kanûnê heta niha ji holê winda bû û malbat li wî digeriyan. Der barê Taşkin Yasak de agahî hat dayîn ku hatiye malê. Taşkin ku bi îdîaya "Endamê Redhackê ye” di sala 2012’an de hat girtin û 5 mehan girtî ma, di îlona borî de têkildarî hackkirina maîlên Wezîrê Çavkaniyên Enerjî û Tabîî Berat Albayrak hat binçavkirin û 13 rojan di bin çavan de ma. Taşkin Yasak herî dawî di 1’ê Kanûnê de ji holê winda bû û 16 rojin malbat agahiyê jê negirt. Malbatê li ser windabûna kurê xwe serî li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê da. Malbata Yasak 16 rojin li kurê xwe digere. Hat zanîn ku Taşkin Yasak li malê vegeriya ye. Piştî Taşkin vegeriya malê malbatê dîsa serî li komeleyê da û serlêdan paşve kişandin.Malbatê diyar kir ku ji ber ewlehiya wan û zarokên wan tune têkildarî mijarê daxuyanî nadin. Taşkin Yasak saet di 13.30’an de ji bo bê Amedê li Karazê li maşînê suyar bûbû saet li dora 14.30’an li hevsera xwe Burcu Yasak geriya bû û diyar kiribû ku li Duriyana Kantarê ye. Piştî wê hevdîtinê êdî agahî jê nehat girtin. Burcu Yasak, gotibû “Hevserê min 2 deqîqeyan dereng bê malê li min digere û agahî dide min. Got dê li duriyanê li maşînê suyar bibe û were mal, lê nehat mal. Piştre ez lê geriyam telefona wî girtî bû. Ez ditirsim ku tiştekî xerab bê serê hevserê min.”