Xizmên windayan pirsa Mujgan Ekîn kir 2016-12-17 14:13:14 AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di çalakiya hefteya 410’an de pirsa Mujgan Ekîn ji hikûmetê kir. Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 410'an de çalakiya “Bila Winda bê dîtin, kujer bên darizandin” pêk anîn. Xizmên windayan û ÎHD'ê çalakiya ku li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê a parqa Koşuyolê dihat lidarxistin ji ber astengiya OHAL’ê li avahiya ÎHD’ê ya Amedê pêk anîn. Di çalakiyê de Serokê ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî, ew ji ber aştiya welat salane tekoşînê didin û got ku xizmên windayan ji ber sucên mirovahiyê tekoşînê didin. ‘MUJGAN EKÎN LI KÛ YE?’ Bîlîcî anî ziman ku li Tirkiyê tû kes nikare qala mafê mirovan bike û wiha axivî: “Heya ku winda neyên dîtin aştî nayê welat. Em jî ji ber aştiya welat tedikoşin. Herî dawî malbata Rojnamevan Mujgan Ekîn serî li ÎHD’ê da. Em ê bi malbata Ekîn re ji ber dîtîna Ekîn tebikoşin. Dive hikumet demildest derbarê rewşa Mujgan de ku li nava Enqerê winda bû daxuyanî bide.” ‘16 ROJAN TAŞKIN LI KU BÛ?' Bîlîcî tekîldarî rewşa Taşkin Yasak ku bi hinceta endamê Redhack’ê ye hatibû binçavkirin û piştî 13 rojan hat berdan û ji 1’ê Kanûnê ve agahî jê ne hat girtin û dûh vegeriyayî mala xwe wiha got: “Kê, çima Taşkin bir û 16 rojan çi jê kirin. Dibe ku malbata Taşkin ji ber ewlehiya xwe nikare biaxivin. Lê dive Serdozgeriya Amedê tekîldarî Taşkin daxuyanî bide û êdî tû kes winda nebe.” ‘BANGAWAZIYÊN ŞÎDETÊ NE ÇARESERIYE’ Bîlîcî diyar kir ku dive hikumet ji ber rewşa başbûyînê gav bavêje û axaftina xwe wiha domand: “Dive rewşa awarte bê rakirin. Her wiha pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê û parlementerên HDP’ê, hevşaredar û hemû hilbijêrên girtî bên berdan. Yên ku ji ber fikr û ramanên xwe hatî girtin azad bibin. Zordestiyên li ser çapemeniyê dawî bibe. Dive hemû pirsgirîk bi avayek demokratîk bê çareserkirin. Daxuyaniyên şîdetê ne çareseriye. Heya îro bi vê avayê çareserî pêk ne hat û dive mirov dîrokê binêre.” Piştre jî endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Aydin Tekay yê ku sala 1994’an li gundê Dîlber a navçeya Licê ya Amedê ber bi navçeya Karazê ve diçû ji aliyê fermandariya cendermeyî ve hatî binçavkirin û êdî tû agahî jê ne hatî girtin vegot. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê dawî bû.