Dayîkên Şemiyê: Çareserî bi mirinê na bi parastina jiyanê pêk tê 2016-12-17 14:25:17 STENBOL - Dayîkên Şemiyê di hefteya 612'yemîn de hain cem hev û ji Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa ên di binçavan de hatine windakirin re edalt xwest. Dayîkên ku pirsa "Mujgan Ekîn û gorên kesên li Mereşê hatine windakirin li kune" pirsîn, polîtîkayên îktîdarê bi gotina "Çareserî bi mirinê na bi parastina jiyanê pêk tê." Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin cara 612'yemîn li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de parkarta ku li ser nivîsa "Kiryar diyar in, winda li ku ne" heye hat vekirin û dovîzên ku wêneyên windayan li ser hebûn hatin hilgirtin. Her wiha di çalakiyê de Dayîkên Şemiyê dovîzên ku wêneyên Mujgan Ekîn û kesên di qetlîama Mereşê de jiyana xwe ji dest dane û nivîsa "Gorên kesên li Mereşê hatine windakirin li ku ne" hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên di 11'ê Kanûna 1991'an de, di binçavana de hatin windakirin hat pirsîn. 'BILA ZAROKÊN DIN ÊŞÊ NE KIŞÎNIN' Di çalakiyê de destpêkê kurê Agît Akîpa Fehmî Akîpa axivî. Akîpa diyar kir ku ev 26 sale ew li bavê xwe digerin û wiha got: "Bi salan me êş kişand. Ji hina û pêde tenê daxwaza me ewe ku li vî welatî aştî û hizûr serwer bibe û kesek neyê windakirin." Keça Îbrahîm Demîr Denîz Demîr jî wiha got: "Bi salan em bi hêviya aştiyên jiyan, ev pêvajo ji pêvajoya dema bavê min hat qetilkirin xirabtire. Em dibêjin êdî bese. Em naxwazin zarokên din jî heman êşê bikişînin. Ligel êşên kum e kişandine jî me dibêjin aştî." 'RIYA AŞTIYÊ VEKIN' Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî bi lêv kir ku kesên hêz û çapemeniyê di destê xwe de digirin êdî bese şîdet û şer li ser gel ferz nekin û riya aştiyê vekin. NAMEYA DAYÎKA DEMÎR HAT XWENDIN Di çalakiyê de nameya dayîka Îbrahîn Demîr Sare Demîr hat xwendin û Demîr di nameya xwe de diyar kir ku heta ew hesabê qetilkirina Dayîka Taybet a ku cenazeyê wê bi rojan li erdê ma û parêzerê doza wan Tahîr Elçî ji kujeran ne pirsin dê qad bibin berû. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Leyla Havva Kaya ve hat xwendin. Kaya diyar kir ku ew ji sisayeta ku welat vegerandiye gora miriyan re dibêjin êdî bese û wiha axivî: "Em dizanin ku çareserî ne dimirinê di parastina jiyanê de ye. Ev 55 rojin tu agahî ji Mujgan Ekîn nayê girtin. Heta neyê gotin ku Ekîn li kuye em ê bêjin 'Mujgan Ekin li ku ye'." Di dawiyê de Kaya xwest ku bêcezakirina di dosyaya Demîr û Akîpa de bê rakirin û edalet pêk bê.