Li Nisêbînê cenazeyek hat dîtin 2016-12-17 19:15:55 MÊRDÎN -Li TaxaYenîşehîra Nisêbînê, di bin axê de cenazeyek hat dîtin. Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, ji bo hilweşandina avahyan hîn jî li 4 taxan qedexeya derketina derve didome. Li Taxa Yenîşehîrê ya ku ev 279 roj e qedexe lê didome, di bin axê de cenazeyek aht dîtin. Hat zanîn ku, cenaze aîdî mêrekî ye û ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.