Li Farqînê, li nav kuçeyê kesek hat kuştin 2016-12-17 19:19:31 AMED - Li Farqînê Nûrettîn Gezîcî yê li Taxa Tekelê rûdinê, li nav kolanê ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wî/ê/wan nediyar ve hat kuştin. Li Farqîna Amedê, îro saet li dor 16.35'an Nûrettîn Gezîcî yê di Kolana Tekelê ya Taxa Tekelê de ber bi mala xwe ve diçû, rastî gulebarna çekdarî ya kes an kesên nasnameya wî/ê/wan nediyar ve hat. Hat zanîn ku, du gule îsabetî serê Gezîcî kirine û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Polîsan têkildarî êrîşê lêkolîn kirin û hat îdiakirin ku, ji ber husûmeteke berê ya di navbera malbatan de bûye.