Li dijî avahiyên HDP'ê êrîş 2016-12-18 01:18:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrîşa li dijî otobêsa leşkeran a Qeyseriyê, li gelek navendan li dijî avahiyên HDP'ê êrîş pêk hatin. STENBOL Komên li ber avahiya Rêxistina Bagcilarê ya HDP'ê civiyan, dest bi berzkirina dirûşmeyan kirin. Hat zanîn ku kom, bi fîşekên hewayî avahî dane ber agir, lê di avahiyê de tu eks tune bûye. Li gel vê, komeke din a ber li avahiya HDP'a Uskudarê kom bûn jî, bi alayên tirk, dirûşme berzkirin. Hat znaîn ku li avahiya navçeyê kes tune bûye û hat diyarkirin ku, polîs li ber avahiyê rawestiyane. LI NÊZÎ AVAHIYA BEYLUKDUZIYÊ TEQÎN Hat diyarkirin ku avahiyên navçeyê yên Kartal û Beylukduzuyê jî rastî heman êrîşan hatine. Hat zanîn ku, komên ketine avahiya Kartalê xesar dane amûrên di hundurê avahiyê de. Hat îdiakirin ku, komek bombe avêtiye avahiya navçeya Beylukduzuyê. Û gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatine kirin. Li navçeya Beykoza Stenbolê jî, avahiya navçeyê rastî êrîşan hat. Hat diyarkirin ku, koma ketiye hundur amûrên li avahiya etxrîb kirine. ERZINGAN Danê êvarî, li dijî avahiya bajêr a HDP'ê ya Erzinganê jî êrîş pêk hat. Tabelaya avahiyê hat perçekirin û li şûna wê alaya tirk hat daliqandin. KOCAELÎ Avahiya navçeya Daricayê ya Kocaeliyê jî ji aliyê kesên nenas ve rastî gulebaranê hat. Di êrîşê de gule îsabetî caman kirin û hat diyarkirin ku di dema êrîşê de kes li hudnur tune bûye. ÇANAKKALE Li Çanakkaleyê danê êvarî, komeke ji 4-5 kesan pêk dihat êrîşî avahiya HDP'ê ya bajêr kirin. Koma ku kevir diavêtin camên avahiyê, dema HDP'iyan ew dîtin, mudaxileyî êrîşkaram kirin. Di vê navberê de polîsan jî mudaxileyî bûyerê kir. Hat dîtin ku tabele û camên avahiya HDP'ê bi keviran hatin şikandin. ÎZMÎR Li Bornivaya Îzmîrê jî, komeke ser çavên wan girtî ji nêzî 20 kesan pêk dihat, êrîşî vahiya navçeyê kir.