Ji HDP'ê têkildarî êrîşan daxuyanî 2016-12-18 01:23:04 STENBOL – HDP'ê têkildarî êrîşên li dijî avahiyên navçe û bajaran ên partiya wan daxuyanî da û wiha got:"Yên li dijî van êrîşan tevdîran nagirin, ew firsendê didin van provakasyonan." HDP têkildarî êrîşên li dijî avahiyên wan ên navçe û bajaran daxuyaniyeke nivîskî da: Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Îşev li dijî partiya me li Beykoz, Bayrampaşa, Eyup, Beylîkduzu, Bagcilar, Uskudar û Kartal' Stenbolê; li Erzîngan, Enqere, Çanakkale, Kocaelî û gelek deverên din êrîş pêk hatin. Rayedar bersiva telefonên me nadin ku ev jî nîşan dide ku, êrîşkar ji aliyê kê ve tên teşwîqkirin û parastin. Yên li dijî van êrîşan tevdîran nagirin, ew firsendê didin van provakasyonan. Li dijî van êrîşan em peyamên piştevaniyê ji gelê xwe û rêveberên xwe yên partiya xwe diparêzin re dişînin û dibêjin bi tevdîr tevbigerin."