Li Rihayê drama gewendeyên Helebê 2016-12-18 09:15:39 RIHA -Xezî Mehmut piştî ku hevjîn û keça xwe di şerê Helebê de winda kir, bi malbata xwe ya 9 kesî re derbasî Rihayê bû. Ji ber ku Xezî bi çanda gewendetiyê mezin bûye, naxwaze li kampan bi cih bibe. Ji bo vê jî heta niha dewletê tu alîkarî bi malbatê re nekiriye û her ku li cihekî bi cih dibin, ji aliyê zabiteyan ve tên derxistin. Xezî Mehmut (55) hevjîn û keça xwe di şerê li Helebê de winda kir û beriya 2 salan bi keç, kur, bûk û 5 neviyên xwe derbasî Tirkiyeyê bû û li Rihayê bi cih bû. Dewletê xwest ku Xezî li kampên Afadê bi cih bike, lê Xezî ji ber çanda xwe ya gewendetiyê kampên Afadê nepejirand. Ev xwesteka Xezî li serê wê bû bela, her cihê ku Xezî konê xwe lê vedide zabiteyên şaredariyên Rihayê wan bi zorê ji wir derdixin. Xezî herî dawî li navenda belavkirina komirê ya navçeya Halîliyeyê konê xwe veda û kesên dihatin komirê alîkarî didan malbatê. Lê vê carê jî zabite bi zextî bi ser malbatê ve çûn, da ji wir debikevin. 5 ZAROKÊN BIÇÛK LI BER SERMAYÊ NE Ji ber ku dewlet tu alîkariya malbatê nake, ew di mehên zivistanê de bê cil, xwarin, sobe û naylon ji derve dimînin. Lê mijara ku herî zêde Xezî aciz dike rewşa 5 neviyên wê yên biçûk in. Neviyê herî biçûk yê Xeziyê 1 salî ye, dayika wî şekir û avê dide zarokê xwe. Zarokên din jî bi piyên pêxwas li dora dayika xwe dicivin. ‘NAYLONEK TUNE EM BIKEVIN BIN’ Xezî diyar kir ku, heta niha tu kesî alikariya wan nekiriye, welatiyên xêrxwaz betanî dane wan û wiha axivî: “Hemû tiştên me di şer de çûn. Me xwarin, pere, naylon tune ye. Em li ber baranê ne. Em alîkariyê dixwazin. Ji ber ku em di kampan de najîn kes alîkariyê nade me. Karek tune ku kurê min bike.” HER KU BI CIH DIBIN ZABITE WAN DERDIXIN Dema em bi malbatê re diaxivîn zabiteyên Şaredariya Halîlyeyê hatin cem Xezî û ji wan re gotin “Ev hefteyeke em dibêjin ji vir derbikevin, eger hûn neçin em ê we bi zorê ji vê qadê derbixin”. Lê ji ber ku cihek Xezî mala xwe bibê tune ye guh nade zabiteyan û li cihê xwe dimînin heta ku zabite bên wan derbixin. Xezî dest nîşan kir ku, ew heta niha ji gelek cihan derxistine. Berîtan Îrlan-dîhaber