Di rêya Reqayê de, çîrokên nîvçemayî tên temamkirin 2016-12-18 09:16:56 REQA- Di merheleya yekemîn a operasyona Reqayê ya ku çîrokên nîvçemayî temam dike de, zarokê yek salî Husên El Xidir ê jina hat azadkirin jî, di merheleya duyemîn de azad bû. Operasyona azadkirina Reqayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dan destpêkirin, li gel gelek êş û azaran, gelek çîrokên nîvçemayî jî ji nû ve dide destpêkirin. Zarok û jinên ku herî zêde zilma DAIŞ'ê tesîrê li wan dike, lehengên van çîrokên nîvçemayî ne. Di duyemîn merheleya operasyonê de, li Gundê Hemîrayê yê hat azadkirin, zarokê yek salî Îbrahîm Husên El Xidir yek ji van lehenga ye. ÇÎROKA XIDIR Bapîra Xidir, Êdî Hesen (55) çîroka neviyê xwe vegot û diyar kir ku, hêzên QSD'ê di merheleya yekemîn a operasyona Reqayê de, 3 meh berê gundê Nîfîlê bi temamî azad kirine û di merheleya duyemîn de jî h,n nû Gundê Hemîrayê rizgarkirine. Hesen got, dayika Xidir, 3 meh berê serdana Gundê Nîfîlê kiriye û ji neçarî li wê derê maye û anî ziman ku, ew û bavê wî li Gundê Hemîrayê yê di destê DAIŞ'ê de bû mane. Hesen anî ziman ku, wê 3 mehan li Xidirê ji dayika xwe dûr maye nihêriye û diyar kir ku, piştî QSD di merhelya duyemîn a operasyonê de Gundê Hemîrayê jî rizgarkirine, Xidir gihaştiye dayika xwe. GUHAŞT DAYIKA XWE Hesen diyar kir ku, dema gundê wan di bin dagiriya DAIŞ'ê de bû Xidir hatiye dinê û anî ziman ku, neviyê wê Xidir 3 mehan ji dayika xwe dûr maye, ji tirsa wan ji DAIŞ'ê û hawirdorê re negotiye dayika wî li gundê din dimîne. Hesen wiha got:"Min li wî dinihêrî. Niha jî em ji çeteyan rizgar bûn. Ez ê bigihêm keça xwe, ew ê jî bigihê dayika xwe." SPASIYÊN XWE PÊŞKEŞ KIR Hesen got, gundê wan Hemîra û Nîfîl pir nêzî hev in û diyar kir ku, dema pêwendiya di navbera gundan de qut bûye, çûn hatine çênebûne û wiha axivî:"Em spasiya kesên me rizgar kirin dikin. Rûyê me dikene. Hêvîdar im wê hemû xaka me ji dest van zaliman bê rizgarkirin. Niha jî me dişînin qadên ewle. Divê em bi hawariya mirovên din de jî biçin." Nazim Daştan-dîhaber