Li 21 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin 2016-12-18 10:18:12 AMED - Li 21 gundên girêdayî Licê, Dara Hênê, Karazê û Farqînê bi hinceta operasyonên leşkerî derketina derve li welatiyan hat qedexekirin. Walitiya Amede diyar kir ku li 21 gundên giredayî Lice, Dara Hênê, Karaz û Farqînê derketina devre hatiye qedexekirin. li gundên Guçlu û Gokçe yên Lîcê, gundên Kirım, Gomeç û Yayvanê yên Hênê û gundên Yazikoy û Şaklatê yên Karazê bi hinceta operasyonan saet ji 05.00’an û şûnde kolan hatiye qedexekirin. Li gelek gundên Farqînê jî derketina derve li welatiyan hat qedexekirin.