Hevşaredarê Cizîrê Kûnûr hat girtin 2016-11-16 12:02:11 ŞIRNEX - Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" hat girtin. Hevşaredarê Cizîrê ya Şirnexê Kadîr Kûnûr ê beriya 2 rojan dema ji Amedê dihat Cizîrê bi hinceta, "îfadeya wî heye" hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya Kûnûr a li Miduriyeta Emniyetê ya Cizîrê derxistin edlileyê. Kûnûr bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" bi daxwaza girtinê ji aliyê dozgeriyê ve sewqî dadgehê hate kirin. Dadgeha Cezaya Sulhê bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" biryara girtina Kûnûr da. Hate hînbûn ku Kûnûr birine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.