Ji bo Şirnexê banga piştevaniyê 2016-12-18 15:41:37 STENBOL - Koordînasyona Piştevaniya Ji Cizîrê heta Sûrê, ji ber şertên dijwar ên zivistanê û pêdiviyên welatiyên Şirnexê zêde dibe, bang li her kesî kir ku piştevaniya gelê Şirnexê bikin. Koordînasyona Piştevaniya Ji Cizîrê heta Sûrê, ji ber şertên dijwar ên zivistanê bang li her kesî kir ku piştevaniya gelê Şirnexê bikin. Koordinasyonê, di 10'e kanûnêde daxuyanî dabû û diyar kiribû ku pêdiviya gelê Şirnexê ji sobe, batanî û malzemeyên zivistanê heye û xwestibû ku her kes piştevaniya maddî û manevî bide gelê Şirnexê. Endama Koordinasyonê Meral Çildir, xwest her kes tev li kampanya Xwişk û Bira bibe. Meral Çildir, ji saziyên civakî xwest ku her kes piştgiriyê bide vê kampanyayê û kampanyayê mezin bikin. ‘KAMPANYA MALBATA XWIŞK Û BIRA PIR GIRÎNG E' Çildir, da zanîn ku kampanya wan a Malbatên Xwişk û Bira berdewam dike û xwest her kes tev li vê kampanyayê bibe. Çildir, bilêv kir ku ev kampanyayek gelek girîng e û xwest çend malbat bibe yek û piştgiriyê bidin malbatên Şirnexê.