Polîsan kuşt walî jî şima kir 2016-12-18 18:16:46 ŞIRNAK - Polîsan karkerê şaredariya Şirnexê Şêxmus Ugur ê duh êvarî diçû malê da ber guleyan û kuşt. Walî jî wekî "endamê rêxistinê" nîşan da û ser kuştina polîsan şima kir. Duh êvarî saet di 18.30'an de xebatkarên şaredariya Şirnexê Şêxmûs Ugur dema ji şaredariyê diçû malê li taxa Aydinlıkevlerê ji aliyê maşîneya zirxî ya polîsan ve hat rawestandin û bêyi hişyar bike li ser wî gule reşandin kuştin. Polîsan piştî Ugur kuştin çek danîn ser cenazeyê wî û çûn. Walîtiya Şirnexê jî daxuyanî da û diyar kir ku endamê rêxistinê hat kuştin. Walitiyê di daxuyaniyê de wiha got: "Kesê ku endamê rêxistinê ye di şer de hat kuştin. Di lêgerîna li ser wî de bombeyek liser wî hat dîtin. Kesê ku di pevçûnê de jî reviya. Lêgerîna kesê reviya didome." Lê derket holê ku kesê duh hat kuştin xebatkarê Şaredariya Şirnexê Şêxmus Ugur e. Ugur ku duh hat kuştin cenazeyê wî ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbatê îro piştî otopsiyê cenaze ji morga nexweşxaneyê girtin û birin li goristana taxa Dicle defin kirin.