Ji ber beşdarî merasima cenaze bû rektoriyê dest danî ser bûrsa wî 2016-12-19 09:11:16 MUGLA- 9 xwendekarê Zanîngeha Sitkı Koçman, ji ber beşdarî merasima cenazeyê hevalê xwe bûn rektoriya zanîngehê dest danî ser bursa wan. 9 xwendekarên Zanîngeha Sitki Koçman a Muglayê ji ber beşdari merasima cenazeyê hevalên xwe bûn ji aliyê rektoriya zanîngehê ve hatin cezakirin. Rektoriya Zanîngehê bi hinceta beşdarî merasima cenaze bûne bursa wan desteser kir. Di 14'ê Kanûna 2015'an de li Cizîra Şirnexê Qedexeya Derketina Kolanan hatibû îlankirin. Piştî xwendetarê Zanîngehê Alî Firat Kalkan û Fatma Demir di serdema qedeyeyên kolanan de jiyana xwe ji dest dan, xwendekarên zanîngehê ji bo wan şîn danîbûn. Pişti xwendekaran şîn danî, polîsan bi ser şînê de girt û 9 xwendekarên zanîngehê binçav kirin. Xwendekarên hatin binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hatin berdan û serbest hatin darizandin. Hêj darizandin û doza xwendekaran bi dawî nebû, Saziya Yurda Kirêdiyê (KYK) û rêveberiya zanîngehê bi hevre biryar dan û bûrsa xwendekaran qut kirin û dest danîn ser bursa wan. Rêveberiya Zanîngehê der barê xwendekaran de lêpirsîn vekir û teblîgat şand ji xwendekaran re. Di teblîgata ji xwendekaran re hat şandin wiha hat gotin: "Ji ber di nava rêxistina PKK/KCK'ê û YDG-H'e de cih girt, li gori armanca rêxistina PKK/KCK'ê tev geriya ye propaganda kirye" di encama lêpirsînê de bursa wan û krediya wan hatiye desteserkirin. Xwendekarên ku burs û krediyên wan hatin desteser kirin neçar man ku di karê înşaet, garsonî karê paqijiyê de bixebitin. GEFAN LI XWENDEKARAN DIXWIN Xwendekarê Beşa Civaknasiyê M.K., bertek nîşanî vê helwesta rêveeriya zanîngehê da û diyar kir ku beşdarbûna şînê erkek mirovî ye û pênasekirina "çalakiya terorê" nayê qebûlkirin. Xwendekarê Beşa Felsefeyê H.B. jî anî ziman ku bi van lêpirsîn û cezayan dixwazin xwendekarên muxalif ji her tiştî dûr bixin û wiha got: "Rêveberiya zanîngehê liser ferman û daxwaza dozger û midûriyeta polisan tev digere û êrîşî xwendekaran dike û wiha got: "Bi dûrxistin û cezayan nikarin bi ser bikevin. Ji ber vê yekê dixwazin çavkaniya aborî ji ser xwendekaran qut bikin û xwendekaran ji zanîngehê dûrbixin. Em dê bi tekoşîn û rêxistinbûna xwe vê kaosê derbas bikin û bi ser bikevin.