Li dijî binçavkirinan banga 'têkoşîna hevpar' 2016-11-16 12:56:47 DERSIM - Li Dersimê di çalakiya şermezarkirinê ya binçavkirina 13 kesên ku di nav de hevşaredar û siyasetmedar jî hene de banga yekîtiyê û têkoşîne hevpar hat kirin. Li Dersimê serê sibehê di serdegirtinên hemwext de hevşaredar, hevserokên HDP, DBP, EMEP, ESP û rêveberên wan jî heye hatin binçavkirin. Operasyona binçavkirinê li ber avahiya şaredariyê bi daxuyaniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de "pankarta "Îradeya gel nayê dîlgirtin" hate vekirin û Alîkarê Hevşaredarên Dersimê Huseyîn Tunç axivî û got ku ev binçavkirin nayên qebûlkirin. 'BI MILYONAN KES HEDEF TÊN GIRTIN' Tunç anî ziman ku li welat tu demokrasî nemaye û wiha berdewam kir: "Îro hikûmet û qesr bi mudaxalekirina siyaseta demokratîk ve hedef dike ku destkeftiyên siyasî û hemû sazî û dezgehên me tasfiye bike. Tenê îradeya welatiyên me yên ku deng dane na, bi milyonan kesên ku têkşîna azadî, wekhevî, azadiya jinan, têkoşîna edaletê didin dikin hedef." BANGA YEKÎTIYÊ Tunç destnîşan kir ku roj roja yekîtiyê ye û banga têkoşîna hevpar li hemû kesan kir. Tunç bang li welatiyên Dersimê jî kir û got ku bangawaziya wan tenê ji bo piştevaniya kesên di bin çavan de nîne ji hemû kesên ku ji bo azadî, mafên demokratîk, wekheviyê dikin e. Daxuyanî bi çepik û sloganan da.