Qedexeya li Farqînê bi dawî bû 2016-12-19 11:22:13 AMED - Li navçeya Farqînê Qedexeya Derketina Kolanan a 14 gundan bi dawî bû. Walîtiya Amedê bi hinceta operasyona leşkerî li 14 gundên Farqînê Qedexeya derketina Kolanan îlan kiribû. Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku Qedexeya Derketina Kolanan a 14 gundên îro saet di 06.00'an de ji rabûye. Qedexeya 7 gundên di navbera Lîcê, Dara Hênê û Karazê de jî berdewam dike.