19'ê Kanûnê nehat ji bîrkirin! 2016-12-19 17:20:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta salvegera 19'ê Kanûna 2000'ê komkujiya “Operasyona Vegera Jiyanê" parazvanên mafên mirovan li gelek bajaran daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. Parazvanen mafên mirovan xwest li pêş Girtîgehê Bayrampaşa ku operasyon lê pêk hatibû daxuyanî bidin, lê rastî astengiya polîsan hatin. Parazvanên mafên mirovan bi minasebeta 19'ê Kanûna 2000'an operasyona li dijî çalakiyên "Rojiya Mirinê" ya girtîgehan a bi navê "Operasyona Vegera Jiyanê" ku li dijî 20 girtîgehan pêk hat, 2 jê leşker 30 girtî 32 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di 16'emîn salvegerê de li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin û komkujî hat şermezarkirin. Parazvanên mafên mirovan li şaxên ÎHD'ê daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. Li Stenbol, Îzmir, Amed, Edene, Dersimê daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. Di çalakiyan de xwestin ku hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn. Li ber Girtîgeha Bayrampaşa jî xwestin çalakiyê pêk bînin lê rastî astengiya polîsan hatin. Saziyên HDP, HDK û saziyên civakî jî bi daxuyaniyan operasyon û komkujiya li dijî girtiyan çalakî pêk anî û komkujî şermezar kirin.