Dozger ji Îdrîs Balûken re 10 sal cezayê girtîgehê xwest 2016-12-20 09:20:44 XARPÊT - Serdozgerê Komarê yê Xarpêtê li Parlementerê HDP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken doz vekir û heta 10 salan cezayê girtîgehê xwest. Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê, der barê Parlementerê HDP'ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken ê di 4'ê mijdarê de hat girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ye, ji ber axaftina wî ya di 2'yemîn Kongreya Asayî ya BDP'a Xarpêtê de îddianame amade kir. Piştî di 20'ê gulanê de destnedayîna qanûnî ya der barê parlementeran de hatibû rakirin, fezlekeya der barê Balûken de hatibû amadekirin û şandibûn Xarpêtê. Di îddianameya ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê ve hat qebûlkirin de, Balûken bi îdiayên "Propagandaya rêxistinê", "Pesindayîna sûc û sûcdar" û "Tehrîkkirina gel a ber bi kîn û nefretê" tê tawanbarkirin û heta 10 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Heke Balûken di encama darizandinê de rastî cezayekî bê, di îddianameyê de betalkirina endamtiya wî ya meclîsê, mehrûmkirina ji mafê bijartin û hilbijartîbûn û xizmetên cemaweriyê tê xwestin. Axaftina Balûken a di 2012'an de, ku têkildarî bûyerên rojane û siyasal, bi awayekî dmeokratîk çareserkirina pirsgirêka kurdî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan e, wek unsûrên sûc hatin hesibandin. ‘BEHSKIRINA RÊBERÊN KURDA WEK SÛC HAT HESIBANDIN!' Vê axaftina Balûken a di îddianameyê de cih digire, "... Lê belê, vê mîrateya kevneşopiyî ya ji Şêx Sedîd, ji Şêx Şerîf, ji Seyîd Riza heta roja îro hat, li zindanên Amedê Mazlûm Dogan bi sê darikên kibrîtê dewr girt." wek unsûrên sûcî hat hesibandin. Di îddianameyê de hat derpêşkirin ku, Balûken di axaftina xwe de gotinên "pesindayînî" yên ji bo Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan serf kirine û operasyonên ku leşker û polîs li dijî PKK'ê pêk tînin protesto kiriye. Rûniştina dozê dê di 21'ê kanûnê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê bê dîtin.