QSD daket Firatê, niha dor dora Tabqayê ye 2016-12-20 09:23:22 REQQA- Hêzên QSD'ê yên ber bi Reqqayê ve dimeşin daketin Firatê û niha di dorê de navçeya Tabqayê û bendav heye. Di 10 rojên operasyonê de 46 gund hatin azadkirin û her wiha şervanên QSD'ê yê 68 km bi pêş ve çûne, qadeke 440 kîlometrekareyî xistine bin venêrîna xwe. Têkildarî dorpêçkirina Reqayê, duyemîn merhela operasyona "Xezaba Firatê" ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dan destpêkirin, di roja 10'emîn de didome. Merheleya duyemîn a ji gundê Kadîriye û Kerdoşanê hat destpêkirin, heta niha venêrîna 38 kîlometreyê pêk hatite û qadeke 440 metrekareyî hatiye rizgarkirin. Li qada 580 kîlometrekareyî jî 54 gund hatine dorpêçkirin. Di operasyona ku bi dehan DAIŞ'î hatin kuştin de, gelek DAIŞ'î jî dîl hatin girtin. Hêzên QSD'ê yên gelek muhîmmat desteserkirin, milê wê yî ji Kerdoşanê ket rê, gihaşt Çemê Firatê. 15 HÊZ CIH DIGIRIN Di operasyonê de Skor El Rakka, Şuheda El Rakka, Ehrar El Rakka, Suwar El Til Ebyad, Liwa El Tehrir, Ketîp Şuheda El Fırat, Ketîp Şehid El Cimo, QSD, YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Hêzên Nêxbeyê, Teyyar El Xad û Suwar El Rakka bi 15 hêz û bi sedan ciwanên reqayî cih digirin. 46 GUND HATIN RIZGARKIRIN Di operasyona ku di 10'ê kanûnê de hat destpêkirin, di serî de kurd, ereb, suryanî, ermenî, tirkmen tê de, ji gelek derdor û baweriyên cuda gel cih digirin. Di 10 rojên ewil de 46 gund, gelek mezrik û qadên stratejîk hatin rizgarkirin. Li pêyî DAIŞ'iyên hatin kuştin, teslîm bûn gelek muhîmmat ku di nav de fuzeyên katyûşayî, hawan û doçka hene, man. Di vê operasyonê de, DAIŞ'î bi mayinên li bin erdê bi cih kirine û wesayîtên bombekirî dixwazin encamê bigirin. DAWÎ LI DÎLGIRTINÊ TÊ! Welatiyên ku li gund û mezrikên di bin zilma DAIŞ'ê de hatin rizgarkirin, kêfxweşiya azadiyê li tiliyên wan bi nîşana serketinê xwe dide der. Li gelr şert û emrcên zivistanê jî, şervanên ku bi kîlometreyan rê dane ber xwe li deverên azad kirine, pêdiviyên welatiyan jî bi cih tînin. Sivîlên ji dîlgirtina DAIŞ'iyan hatin rizgarkirin, dema ji qadên pevçûnî ber biq adên ewleyî tên neqilkirin, kêfxweşiya li rûyê jinan a wek "ji jiyaneke nû re merheba" li objektîfan dialiqin. Ferdên malbatan, welatiyên bi salan ji ber zilma DAIŞ'ê hevdu nedîtibûn, piştî rizgarkirinê digihên hev û wê hisreta bi salan bi hemêzkirinê didin der. REQAYIYÊN TÊN AZADKIRIN TÊN ÇEKDARÎKIRIN Hêzên QSD'ê yên ber bi rojavayê Reqayê ve diçin, gav bi gav hedefên DAIŞ'ê îmha dikin û li gundên tên rizgarkirin jî ciwan çekên QSD'ê hildigirin. Li hin gundan ji hin malbatan 3-4 ferd çekê hildigirin, li hinan jî dê û bav jî di nav de hemû ferdên malbatê çekê hildigirin û ji bo xweparastinê tevdigerin. Heta niha, li qadên hatine rizgarkirin bi sedan ciwan li nav refên QSD'ê cihê xwe girtine. JIN: ME BÊHN GIRT Ji derdorên herî zêdê bandora zilm û faşîzma DAIŞ'ê li ser wan heye jin û zarok in. Operasyona rigzrakirinê herî zêde kêfa jinan tîne û rizgarkirina ji dîlgirtina DAIŞ'ê wek "Rojên tarî qediyan" tarîf dikin û ji wan çerşefên reş xelas dibin. Jinan anî ziman ku, dawî li tirsa tecawiz û revandinê hatiye û êdî ew bêhnê digirin. Hin jinên ku ji ber azadbûnê bişîrînên wan li objektîfan dialiqin, ji bo hesabê wan pêkûtî û çewisandinên jiyane ji DAIŞ'ê bipirsin, berê xwe didin naf refên YPJ'ê. JI ZAROKAN JI BO RIZGARKERAN 'BIJÎ' Di pêngava ku ken li rûyê ji 7'ê heta 70 saliyan peydakiriye, kirdeya wê yî din jî zarok in. Zarok jizgarbûyîna ji dîlgirtina DAIŞ'ê bi bişîrîna li ser ruyê xwe didin der, bi nîşaneya serketinê û bi berzkirina dirûşmeya "Bijî YPG" şervanên azadiyê pêşwazî dikin. DAKETIN FIRATÊ Li gel vê, li gund, mezrik û qadên jiyanê yên hatine rizgarkirin faaliyetên arav û taravkirinê didomin û xebata bêbandorkirina mayînan didome. Li deverên tên rizgarkirin Saziyên Civaka Sivîl ên Rojavayê bênavber malzemeyên zexîreyî û hêwirandinê vediguhezînin û piştî şervan kar û barê xwe diqedînin, rêya xwe didomînin. Li gel van liv û tevgerên kolektîf, şervanên ji Kerdoşanê ketin rê xwe gihandin Çemê Firatê. Armanca şervanan ew e ku, piştî vê xwe bigihînin navçeya Tabqayê û bendavê. Nazim Daştan- dîhaber