Beşdarî merasima cenazeyê pismamê xwe Ugur bû lêpirsîn lê vebû 2016-12-20 09:24:04 ŞIRNAK - Parlementera HDP'ê Aycan Îrmez, birayê Îrmez Mesut Îrmez û pismamê Şexmus Ugur Serhat Ugur ên beşdarî merasima Şêxmus Ugur bûn lêpirsin li wan hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê Parlementera HDP'ê Aycan Îrmez, birayê Îrmez Mesut Îrmez û pismamê Şexmus Ugur ê ji aliyê polisan ve di 17'ê kanûnê de hat kuştin Serhat Ugur ji ber tevlî merasîma Şêxmus Ugur bûn lêpirsîn vekir. Walîtiya Şirnexê Ugur wekî "endamê terorêye" bi nav kiribû, lê derket holê ku Ugur xebatkarê şaredariyê û xwendekarê Zaningeha Şirnexê ye. 'JI BO ÇI HÛN TEVLÎ MERASÎMÊ BÛN?' Polîsan ji bo îfadeyê bang li Birayê Aycan Îrmez Mesût Îrmez û pismamê Şêxmus Ugur, Serhat Ugur kirin. Li ser banga polîsan Îrmez û Ugur çûn miduretiya polîsan û îfade dan. Polisan di lêpirsînê de pirsên 'Hûn ji bo çi çûn merasîmê?" , "we li wir çi kir?' pirsîn. HEM DIKUJE HEM LÊPİRSÎNÊ VEDIKE Parlamenter Ayycan Îrmez, bertek nîşanî lêpirsînê da û wiha got: "Ji bo em tevlî cenaze bûn li min, birayê min û pismamê Ugur, Serhat Ugur lêpirsîna hat vekirin. Ev dijmirovahî ye. Hem dikuje, hem jî ji bo tevlîbûna cenaze lêpirsînê vedike. Malbata Ugur xizmên me nin. Ez wekîlê vî bajarî me. Tevlêbûna merasima cenaze mafê min ê mirovî ye." 'BERPIRSYARÊ VÊ QETLÎAMÊ WALÎ YE' Îrmez, herî dawî destnîşan kir ku piştî wezîr û rêveberên AKP'ê gelê kurd hedef nîşan da kampanyayê lîncên hat despêkirin û wiha got: "Hêzên dewletê Ugur bi awayekî organîze kuşt. Li pişt vê kuştinê Waliyê Şirnexê heye. Dê kujer hesabê vê kuştinê bidin. Heta kujer bên darizandin û hesap bê pirsîn emê doza wan bişopînin."