Ne qeyûm, AK Partî şaredariyê bi rê ve dibe 2016-12-20 09:24:52 ŞIRNEX- Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin, hat diyarkirin ku gelek biryarên têkildarî şaredariyê ji aliyê Seroka Baskê Jinan a AKP'ê Hatîce Atan ve tên dayîn. Li gel vê, dîsa hat diyarkirin ku budçeya şaredariyê ji aliyê qaymeqamtiyê ve tê bikaranîn. Piştî Qaymeqam Ahmet Adanûr wek qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê ya DBP'î hat kirin, ji 11'ê îlonê heta niha bi îmzeya Adanûr 61 karker bê kar man, Navenda Jinê ya Sitiya Zînê, Navenda Çandê ya Mem û Zînê û Navenda Tenduristiyê ya Bîşengê hatin girtin. ŞAREDARÎ JI KOMELEYÊ VE TÊ BIRÊVEBIRIN Hat diyarkirin ku, hemû biryarên têkildarî şaredariyê, ji aliyê Seroka Baskê Jinan a AK Partiyê Hatîce Atanê ve tên dayîn. Atan a ku di fermiyetê de tu têkiliya wê bi şaredariyê re tune ye, hat diyarkirin ku di bereka biryarên ku stendiye de, Navenda Tenduristiyê ya Bîşengê wek atolyeyekê tê bikaranîn. Atan a ku Serokê Komeleya Çand, Huner û Pêşvebirinê ya Birca Belekê ye jî, hat îdiakirin ku serlêdanên îhaleyan jî tê de, hemû serlêdanan li vê komeleyê pêk tîne. Avahiya ku Komeleya Şêwirmendiya Jinan a Sitiya Zînê lê ye jî, ji bo xwendekarên keç ên temenê wan di navbera 4-6 saliyê de ye, wek qursa leylî hatiye veguherandin. Dîsa 61 karkerên ji şaredariyê hatine derxistin jî, hat zanîn ku li ser pêşniyara Atanê ji kar hatine derxistin. QAYMEQAMTÎ BUDÇEYA ŞAREDARIYÊ BI KAR TÎNE Li gel vê, hat zanîn ku budçeya şaredariyê jî ji aliyê qaymeqamtiyê ve tê bikaranîn. Yek ji nimûneya vê jî; wek xizmeta Qaymeqamtiya Cizîrê be, li hemû mamsoteyên li navçeyê dîskên flaşhî hatin belavkirin. Dîskên flaşhî yên diviya ji budçeya qaymeqamtiyê bihatanan belavkirin, hat diyarkirin ku, bi budçeya şaredariyê hatine belavkirin.