Li Cizîrê li kesên xizmên xwe windakirinê sîxurtî tê ferzkirin 2016-12-20 09:25:30 ŞIRNEX- Hat ragihandin ku, li Cizîrê polîs li kesên xizmên wan bi guleyên polîsan hatine kuştin, sîxurtiyê ferz dikin. Li Cizîra Şirnexê, hat ragihandin ku kesên beriya qedexeyên derketina derve û di dema qedexeyê de xizmên xwe windakirine, polîs sûxurtiyê li wan ferz dike. Hevalên Nîhat Kazanhan ê ku di 14'ê çileya 2014'an de li Taxa Yafesê di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da jî gotin, ew rastî pêkûtî û çewisandinên polîsan tên. D.Y. hevalê Kazanhan ê ku bûye şahidê kuştina hevalê xwe anî ziman ku, ew ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin. D.Y. got, êdî ew nikarin li wan kuçeyên ku tevî Nîhat dilîstin bigerin û wiha axivî: "Ji xwe polîs tim li taxa me digerin. Êdî me jî nas dikin. Her ku me dibînin, em binçav dikin. Ne tenê min, hevalên li cem min jî binçav dikin. Êdî em nikarin li taxê bigerin. Di derketina dibistanê de, ji bo neyêm binçavkirin, ez li dikana birayê xwe dixebitim." D.Y. anî ziman ku, her ku ew tên binçavkirin rastî şideta polîsan tên û wiha vegot: "Dema hatim binçavkirin, ji polîsan yek jê kontor li telefona min bar kir û got, 'Dema hin kesên xerîb hatin taxê li min bigere.' Min jî paşê hejmara telefona wî polîsî asteng kir." HEKE HEVJÎNÊ TE MIRIBE... Jina bi navê L.D. ya hevjînê wê li jêrzemînên Cizîrê bi şewitandinê hat kuştin anî ziman ku, polîsan sîxurtî ferzî wê kiriye. L.D. ragihand ku, polîsekî ku hat taxa wan gazî wê kiriye û wiha got: "Polîs dema ji min pirsî, 'Hevjînê te çi dike?' min jî got miriye. Wê demê jî ji min pirsên wek, 'Heke hevjînê te miribe, tu çawa dikarî li zarokên xwe binerî?' pirsîn." JÊ XWESTIN QEWIMÎNÊN LI TAXÊ BIBÊJE L.D. anî ziman ku, piştî polîs pirs pirsîne jê xwestiye hejmarên telefona wî qeyd bike û got wiha gotiye: "Tiştên li taxê biqewimin ji me re ragihîne. Dema yekî xerîb hat hayê me pê bixe." L.D. anî ziman ku, wê hejmara telefonê qebûl nekiriye û got wê ji polîs re wiha gotiye: "Ez nikarim têkevim ber gunehê tu kesî û ez nizanim li taxê çi diqewimin."