DYA û Îranê sefaretxaneyên xwe yên Tirkiye girtin 2016-12-20 09:33:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Şevê din Sefîrê Rûsya yê Tirkiye Andrey Karlov duh ji aliyê polîsê Hêzên Çevîk ve hat kuştin. Piştî kuştina Karlov DYA û Îranê sefaretxaneyên xwe yên li Tirkiye girtin. Şevê din saet di 19.00'an de li Kolana Navenda Çagdaş Sanatlar a Enqereyê, di vekirina peşêngeha wêneyan de Sefîrê Sefaretxaneya Rusya yê Enqereyê Andrey Karlov ji aliyê polîsê Hêzên Çevîk ve hat kuştin. Piştî Karlov duh hat kuştin, DYA û Îranê sefaretxaneyên xwe yên li Tirkiye girt. Sefaretxaneya Îranê ya Enqereyê diyar kir ku sefaretxaneyên wan ên Stenbol Erzirom û Trabzonê îro girtî ne. DYA jî daxuyanî da û diyar kir ku sefaretxaneyên wê girtî ne. Sefaretxaneya DYA ya Enqereyê diyar kir ku sefaret û balyozxaneyên wê yên li Tirkiye îro grtî ne.