Midûrê ANF'ê Maxîme Azadî li Belçîkayê hate girtin 2016-12-20 10:43:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Midûrê nûçeyan ê ANF'ê Maxîme Azadî, ku ji destpêka salên 2000'î û vir ve li Ewropayê rojnamevaniyê dike, li ser daxwaza Tirkiyeyê li paytexta Belçîka Brukselê hate girtin. Midûrê nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Maxîme Azadî, li ser giliyê Tirkiyeyê li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê Înterpolê ve hate girtin. Azadî, ku bi salan e li Ewropayê rojnamevaniyê dike, bi dehan caran li saziyên Yekîtiya Ewropayê nûçe şopand û hevpeyvîn çêkir.