Meclîsa Sûriyeya Demokratîk sûîkasta Sefîrê Rûs Karlov şermezar kir 2016-12-20 11:17:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Rêdzan Hiddo, diyar kir ku Kurdên Sûriyê sûîkasta li dijî Sefîrê Rûs ê li Tirkiye Andrey Karlov şermezar dikin. Piştî Sefîrê Rûsya yê lie Tirkiyeyê Andrey Karlov li Enqereyê ji aliyê polîsê hêzên çevîk ve hat kuştin, ji gelek welatên cîhanê peyama şermezarkirinê û sersaxiyê hat. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk jî kuştina Sefîrê Rûsyayê ya Enqereyê Andrey Karlov şermezar kir û sersaxî ji Rûsyayê re xwest. Rêveberê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Rêdzan Hiddo, diyar kir ku Kurdên Sûriyê sûîkasta li dijî Sefîrê Rûs ê li Tirkiye Andrey Karlov şermezar dikin. Hiddo, ji RÎA Novostî re axivî û anî ziman ku ew sûîkasta Karlov şermezar dikin. Hiddo, diyar kir ku ew terora ku bû sedema kuştina Andrey Karlov bi biryar û tund şermezar dikin. Hiddo xwest serê gelê Rûsyayê û malbata Karlav sax bke.