Rojnameyên ereb: Polîsê tirk ji bo tola Helebê hilîne Sefîrê Rûsya kuşt 2016-12-20 11:35:06 NAVENDA NÛÇEYAN – Çapemeniya welatên ereb îro bûyerên kuştina sefîrê Rûsiya yê Tirkiyê, Biryara Konseya Ewlekariya ya belavkirina çavdêran li Helebê, civîna wezîrên ereban, êrîşa Urdinê û êrîşa teroristana ya li Elamaniya pêk hat kirin manşetên rojnameyên xwe. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Polîsekî Tirkiyê ji bo tola Helebê sefîrê Rûsiya kuşt" derxist pêş. Kuştina sefîrê Rûsya Andrey, Karlov ku li Enqereyê hat kuştin wekî mijara sereke di gelek rojnameyên ereban de derket pêş. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset têkildarî mijarê sernavê "Polîsekî Tirkiyê ji bo tola Helebê sefîrê Rûsiya kuşt" avêt. Rojanmeyê got ku bûyerê bandor li tevahiya civaka Rûsiya kiriye û ev tişt anî ziman: "Pirsyarên ku têne kirin, Têkiliya kujer bi kîjan aliyan re heye. Erdogan û Bûtîn ji bo avakirina komîteyek lêpirsînê ya hevbeş lihev dikin." Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de her wiha got ku kujer yek ji endaên ewlekariyê ye û wiha dom kir: "Rûsiya û Tirkiyê ji bo hevbeş a lêpirsînê lihev kirine. Di heman demê de çavkaniyên dîplomasî destnîşan kirin ku bûyera kuştina sefîrê Rûsiya girêkbûna têkiliyan a di navbera Rûsiya û Tirkiyê ku ji destpêka aloziya Sûriyê careke din derdixe ber ronahiyê." Rojnameyên ereban li ser rewşa Sûriyê jî biryara Konseya Ewlekariyê ku bi giştî li ser pêşniyara Firansa ya sererastkirî ku dibêje divê çavdêrên Neteweyên Yekbûyî çavdêriya derketina sivîlan û çekdarên opozisyonê ji taxên Helebê bişopînin. Rojnameyê destnîşan kir ku hin çavkaniyên Firansî metirsîna xwe li ser hewldanên Rûsiya yên pêkanîn û nepêkanîna biryarê anîn ziman. Civîna Yekîtiya Ereban jî cihekî balkêş di rojanameyan de girt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî têkildarî civîna ku dê di asta wezîrên derve yên welatiyên ereb de bêlidarxistin sernavê "Wezîrên ereban kiryarên rêjîmê û hevkarên wê li Helebê şermezar dikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Melcîsa Yekîtiya Erbena li ser asta wezîrên karê derve kiryarên rêjîma Sûriyê û hevkarên wê yên li Helebê şermezar kirin û wiha dom kir: "Wezêrîn karê derve yên ereban bi daxuyaniyekê kiryarên rêjîmê û hevkarên wê li Helebê şermezar kirin. Şermezarkirin di çarçoveya civîna wezîrên ereban ku êvar roja duşemê hate lidarxistin pêk hat. Wezîrên ereban di civîna xwe de tekez kirin ku riya çareserkiriya aloziya Sûriyê di riya çareserkirina siyasî de ye. Divê hemû alî tê de beşdar bibin, da ku li gorî daxwaza gelê Sûriyê û hêviyên wan pêk were." Rojnameya El-Heyat di rûpelên xwe de bal kişand ser êrîşa bajarê El-Kerek ê Urdinb û têkildarî mijarê sernaêv "LI El-Kerek serferberî hîn didome, şahiyên cejnê hatin ibtalkirin" Rojnameyê got ku bûyera bi xwîn ku 2 roj berê li bajarê El-Kerek ê Urdinê rû da bandor li tevahiya gelê Urdinê kir û şahiyên wan ên Serêsalê kir. Li bajarên El-Fihês, Madba û El-Husin ên Urdinê dê cejin neyên lidarxisitn. Rayedarên bajaran gotin ku ev bi aramanca piştgiriya bi şehîdên welat re pêk hatiye. Di heman demê de metirsîna ku êrîş careke din bandorê li turzîmê ya welat bike, ji ber bi vê yekê ev bû êrîşa 4'an ku pêk tê. Piştî êrîşî êdî jiyan li bajarê El-Kerek asayî dibe, her wiha keleha El-Kerek a dîrokî hate giritin, hêzên ewlekariyê jî tevgera xwe û kontorlkirin zêde kirine. Cenazeyên 6 hêzên ewlekariyê ku di bûyerê de hatin kuştin, bi merasîmên bi heybet hatin definkirin." Êrîşa teroristana ya li Elmaniya jî di rojanemeya El-Sefîr de hate nîşandan. Rojanemyê bi sernavê "Di bûyera pîlêkirina tirafîkê de 9 kuştî û 50 birîndar" Rojnemayê got ku bûyera Elmaniya bi kemyonekê pêk hat û di encamê de 9 kes mirin û bi dehan birîndar bû. Bûyer dema ku kemyonekê êrîşî sûkekê ku amadekariya şahiyên serêsalê li Berlînê dihate kirin, pêk hat. Polîsên Elmanî ajokarê kemyonê girtin û kesek pê re bû hate kuştin. Plîsan her wiha ji welatiyên Berlînê xwestin ku ji malên xwe dernekevin û gotin ku guman heye ku bûyer bi awayekî pîlankirî pêk hatiye. Saziyên çapemeniyê yên Elmanî gotin ku di bûyerê de 50 kes birîndar bûne. Hin saziyan jî destnîşan kirin ku Kemyon numareya Bolenda li ser heye.