Komeleyên hatin girtin: Em dê li dijî zilmê têbikoşin 2016-11-16 14:22:07 AMED - Nûnerên 15 komeleyên hatin girtin daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Em dê li dijî zilmê têbikoşin û di ber xwe bidin." 15 komeleyên Amedê yên di nava 370 komeleyên bi fermana Wezîrê Karên Hundir ve hatin girtin li salona Vedat Aydin a Rêxistina DBP'ê ya Amedê civîna hevpar pêk anîn. Di civînê de nûnerên 15 komeleyan amade bûn û peyama têkoşîn û berxwedanê dan. Ewil Serokê Komeleya Sarmaşik Mehmet Şerif Camci, diyar kir ku bi pêkanînên faşizan gel bêzar têkirin û wiha got: "Em bêyî alîkarî û piştevaniyê ji dewletê bixwazin bi derfetên xwe alîkariyê didin gelê xwe. Lê dewlet vê yekê jî tehamûl nake. Em bi derfetên xwe û hişmendiya komunal di nava alîkariyê dene. Me heta niha çawa ev saziyên xwe kêl bi pêk bi rêxistin kir û heta îro anî, ji niha û şûnde jî em dê rê û rêbazên alternatif ava bikin û emê têkoşîna xwe berdewam bikin." ‘KOMELE BÊ SEDEM HATIN GIRTIN' Li ser navê nûnerê 15 komeleyan Hevseroka MEYADER'ê ya Amedê Ayşe Dicle daxuyanî da. Dîcle, diyar kir ku Walîtiya Amedê bê sedem û hincet komeleyên ku dibûn wîcdan û bersîva daxwaza civakê mohr kir û wiha got: "Tirkiye bi destê îktîdara AKP gav bi gav ber bi faşîzmê ve diçe. Îktîdar hemû hêzên muxalif mohr dike û tune dike. Armanca wê ya esasî dixwaze rejîma dîktatoriyê ava bike. ‘EV SAZÎ NÛNERTIYA SED HEZARAN DIKIN Dîcle, herî dawî destnîşan kir ku ev komeleyên hatin girtin nûnertiya sed hezaran dikirin û bi awayekî xurt dibû bersîva daxwazên civakê. Dîcel, bilêv kir ku dewleta civakî ku kar û erka xwe ya xizmeta civakî îhlal dikir û pêk nedianî ev komeleyên hatin girtin bi kedek mezin xizmeta civakê dikirin û wiha got: "Disa ev komeleyên hatin girtin jin li dijî zilma mêr û dewletê di parastin. Li dijî hemû hişmendiyên tundî, despotik û desthilatdar ên dewletê diparastin. Em dê li dijî zilmê û binpêkirina mafan heta dawî têbikoşin û mafê xwe yê berxwedanê bikar bînin. Dixwaze bi girtina van komeleyan civakê bê bêhn û rêxistin bihêle. Em dê dîsa bi gelê xwe re di nava têkoşînê de bin û xizmeta civakê berdewam bikin." Komeleyên hevpar ên daxuyanî dan wiha ne: SELÎS KJA MHD MEYADER Diyar TUHAD-DER TUHADFED GOC-DER KURDÎ-DER DÎAY-DER Komeleya Rojava Komeleya Sarmaşik Komeleya Jinê ya Ekin Ceren KYD Komeleya Çandê ya Dicle Firat CRA