Qeyika penaberan noqî avê bû: 4 jê zarok 5 kes mirin 2016-12-20 12:27:17 BALIKESÎR – Li peravên girava Madenê qeyika rêwiyên penaber barkiribû noqî avê bû. Di bûyerê de 4 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li girava Madenê ya Ayvalika Balikesîrê qeyika rêwiyên penaber bar kiribû noqî avê bû. Di bûyerê de 4 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî hatin rizgarkirin. Panaberên ji fetisandinê rizgar bûn, diyar kirin ku di qeyikê de 13 penaber hebûn 4 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî rizgar bûne. Lêgerîna kesekî jî didoe.