Di bin sermaya 20 pîle de elok-şamiyan difiroşin 2016-12-20 12:59:09 WAN - Bi hatina sersalê re, Elok-Şamiyên ku li gundan mezin bûne li bazarên Elok-Şamiyan cihê xwe girtin. Firoşkerên elok-şamiyan ku di demsala havînê de bi kedek mezin elok xwedîkirin, bi nêzîkbûna sersalê re anîn Bazara elokşamiyan. Firoşker, li gel sermaya 20 pîle elok-şamiyan difroşin. Elokfiroş li gorî sala par erzan difiroşin û di navbera 80-100 TL de difiroşin. Li Wanê elok-şamiyên ku ji demsala baharê heta payizê li gundan di nava xwezayê de mezin dibin bi hatina sersalê re cihê xwe li Bazara Elok-şamiyan girtin. Welatiyên ku her sal li gundan elok-şamiyan xwedî dikin bi nêzîkbûna demsala sersalê re elok-şamiyên xwe tînin li Bazara Elok-şamiyan difiroşin. Welaityên elok-şamiyên xwe ji gundê Bahçivan ê Rêya Hevrişîmê mezin dikin tînin li bazarê difiroşin. Welatî elok-şamiyên xwe di navbera 80 û 100 TL de difiroşin. Welatî Abdulvahit Yilmaz, ku her sal sewalan û elok-şamiyan xwedî dike diyar kir ku ji ber nexweşiyan gelek elok-şamiyên wî mirar bûn û wiha got: "Xwedîkirina elok-şamiyan gelek zor û zahmet e. Kedek mezin dixwaze. Min sala par 2 hezar elok-şamî xwedî kir. Lê îsal hêjmar kêmtir e. Ji bo xwedîkirina wan lêçûn û kedek mezin dixwaze. Her sal ji ber nexweşiyan gelek ji wan dimirin. Di 6 mehên havîn û payizê de em dinava xwezayê de wan xwedî dikin. Di demsalên zivistanê de jî em wan di hundir de xwedî dikin. Diviya bû em bêtir buha bifirota. Lê îsal erzan tên firotin. Ji bo firotina wan em her roj ligel sermaya 20 pîleyan li ser piyan li derve dimînin." Firoşkerê elok-şamiyan Serkan Aydemir jî anî zimanku 8 salin debara xwe bi xwedîkirina elokan dike û wiha got: "Firotina wan a demsala zivistanê pir zahmet e. Em ji bo debara xwe bikin em neçarin li ber vê sermayê elokan bifiroşin. Ji bo karê wekî din tune em neçarin vî karî bikin.