Îro jî gelek kes hatin binçavkirin û girtin 2016-12-20 13:21:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şirnex, Stenbol, Wan, Hatay û Îzmirê gelek kes hatin binçavkirin û gelek kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin. Li Şirnexê 2 kes, li Stenbolê 26 kes û li îzmirê jî 2 kes hatin girtin, li Wanê kesek, hat binçavkirin. Li Hatayê jî 37 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan. ŞIRNEX Endamê Meclîsa Giştî yê Şirnexê Abdurrahman Kiliç û pismamê wî Nadîr Kiliç bi îddîaya "endamê rêxistinêne" hatin girtin. Abdurrahman Kiliç û pismamê wî Nadîr Kiliç ku di 18'ê Kanûnê de dema diçûn gundê xwe di derketina Şirnexê de hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan a Şirnexê. Piştî karên mudiriyetiyê Kiliç û pismamê wî sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê ew sewqî Dadgeha Sûlh Ceza ya Şirnexê kir. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" biryara girtinê da û Abdurrahman û Nadîr Kiliç şandin Girtigeha Tipa T a Şirnexê. Di 18'ê kanûnê de di serdegirtina malan de 25 kes hatibûn binçavkirin. STENBOL Rêveberê Navenda Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Barkin Timtik û 26 kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin. 26 kesên li Çaglayanê derxistin 2'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê bi îdîaya “Propaganda rêxistinê" hatin girtin. Timtik, di 15'ê Kanûnêde li Şîna xizmekî xwe ya li Cemxenayea Kuruçeşme ya Buyukçekmeceyê di serdegirtinê de hatibû binçavkirin. Hat diyarkirin ku Timtik, li Qereqola Polîsan a Esenyurtê rastî îşkenceya polisan hat. WAN Mamosteya Mala Piştevaniya Perwerdehiya Şaredariya Wanê Vesile Paçal, li mala xwe ya TOKÎ ya Kevenlî hat binçavkirin. Paçal ku nayê zanîn ku çima hat binçavkirin nehat zanîn ku birine ku. HATAY Li navçeyên Dortyol, Erzin û Payasê 37 kesên di operasyonên li dijî endam û rêveberen HDP'ê hatin binçavkirin li dadgehê serbest hatin berdan. 37 kes bi îdîaya îxbar heye hatibûn binçavkirin. ÎZMÎR Di 15'ê kanûnê de xwînerê Kovara Kaldiraçê Ali Fuat Eroglu duh hat girtin. Girtina Alî Fuat Eroglu li Şaxa ÎHD'ê bi civîna çapemeniyê hat şermezarkirin. Rêveberên ÎHD; nûnerên partiyên siyasî, xebatkarên saziyên sivîl û malbat beşdarî civînê bûn. Xebatkara Kovarê Begum Ateş, diyar kir ku xînerê wan Alî Fuat Eroglu û Sibel Yaşar ji ber axiş û wêneyên Mahir Çayan û Îbrahim Kaypakkaya li ser wan hatine girtin hatine binçavkirin û girtin.