Vîna ji sedî 86.6’an nas nekirin û qeyûm tayîn kirin 2016-12-20 15:35:23 COLEMÊRG - Şaredariya Geverê ku ji sedî 86.6 deng û vîna DBP'ê hat hilbijartin hevşaredarên wê hat girtin û li şûna hevşaredaran Qaymaqam Mahmut Kaşikçi wek qeyûm hat tayînkirin. Hevserokê HDP’ê yê navçeya Geverê Fikrat Turgut diyar kir ku tayînkirina qeyûm bêrêziya li hemberî vîna gel e. Li Colemêrg û navçeyên wê 3 parlementerên wê yên HDP’î û hemû siyasetmedarên wê ku ji aliyê vîna gel ve hatine hilbijartin hatine girtin. Piştî kesên ji aliyê vîna gel ve hatin bijartin li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Navçeya Gevera ku hevşaredarên wê yên ewil Rûken Yetişkin û Tacettin Safali ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ji peywirê hatibûn dûrxistin, herî dawî Şaredar Adile Kozay a hatibû cihê wan hat girtin jî ji qeyûman para xwe girt. QEYÛM TAYÎNÎ VÎNA JI SEDÎ 86.6’AN KIRIN Duh Qaymaqamê navçeyê Mahmut Kaşikçi jî wek qeyûm tayînê Şaredariya Geverê ku bi rêjaya ji sedî 86.6’an ji aliyê DBP’ê ve hatibû qezençkirin hat kirin. Şaredariya ku ligel hevşaredaran gelek endamên meclisa şaredariyê jî ji aliyê wezaretê ve hatin dûrxistin heya niha bi xebatên xwe yên piştgirî dide xebatên komunal ên li herêmê dihat meşandin derdiket pêş. ŞAREDARÎ JI BO HEZARAN MALBATAN BÛ DERMAN! Herî dawîn şaredariya beriya qedexeya derketina kolanan bi operasyonan xebatên wê hatibû asta rawestînê bi rabûna qedexeyê ji bo dermankirina êşa welatiyên mexdûr xebatek bêhempa meşand. Bi pêşengiya şaredariyê ji bo hezaran malbatan zexîre û amûrên razanê hat belavikrin û nêzîkê hezar mal ji nû ve hat înşakirin. ‘KESÊN HATINE TAYÎNKİRİN LI HEMBER VÎNA GEL BÊRÊZÎ YE’ Hevserokê HDP’ê yê navçeya Fikret Turgut derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ew bi operasyonên binçavkirin û tayînkirina qeyûman bi darbeye siyasî re rû bi rû ne. Turgut destnîşan kir ku piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ligel kesên hilbijartin kesên “Ez kurdim û ji bo demokrasiyê têdikoşim” dibêjin jî bi vê darbeyê re rû bi rûne Û wiha axivî: “Niha li Colemêrgê hemû kesên hatine hilbijartin girtî ne. Ev kes bi vîna vî gelî hatin hilbijartin. Mixabin li Tirkiyeyê hiqûq ne di merîyetê de ye. Kesên hatine tayînkirin li hember vîna gel bêrêzî ye.” ‘QAYYÛM TÊ WATEYA NEQEBÛLKİRİNA VÎNA GEL’ Turgut da zanîn ku qeyûmê ji bo şaredariya Geverê hatiye tayînkirin jî nikara vîna gelê navçeyê temsîl bike û wiha berdewam kir: “Şaredara me bê sebep hat girtin. Ev nerêzî ye. Tê wateya ‘Ez wekîl, şaredar û keyayên bi vîna vî gelî tê hilijartin nas nakim’ Em ê tu carî li hember qeyûman serî netewînin û di bin xizmeta gelê xwe de bin.”