Parêzerê Demîrtaş îdîayên telefonê derewand 2016-11-16 15:05:43 AMED - Parêzerê Feride Laçîn, Şivan Cemîl Ozen, îddîaya "Prz. Laçîn dema çû hevdîtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Abdullah Zeydan ên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê telefon xist girtîgehê" derewand. Parêzera Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Abdullah Zeytan ên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin, Ferîde Laçîn, di 12'ê mijdarê de muwekilên xwe ziyaret kir. Piştre der barê wê de îdîaya telefon xistiye girtîgehê hat kirin. Medya hawiz diyar kir ku telefon derbasî hundir kiriye. Têkildarî mijadê Parêzerê Prz. Ferîde Laçîn Şivan Cemil Ozen daxuyanî da û diyar kir ku ev nûçe û îdîa derew in. Ozen, anî ziman ku muwekila wê dema çû girtîgehê karta sîm a telefonê ku 24 salin li ser navê wê qeyd kiriye di bêriya kabanê xwe de ji bir kiriye. Gelek parêzer vê rewşê baş dizanin. Bi taybetî dema parêzer diçin girtîgehê bi stresa kar diçin û tên. Bi temamî ji ber bîrkirinê kart di periya montê wê de hatiye hiştin. Dema di cîhaza X-ray re derbas dibe xuya dibe. Teqez bi zanebûn û armanc telefon nexistiye beriya montê xwe. Henû agahî û nûçeyên der marê muwekila xwe te teqez qebûl nakin û ger ku doza cemaweriyê bê vekirin em dê parastina xwxe bikin.