Hevdîtinên ji bo teklîfa guherandina Qanûna Bingehîn dest pê kirin 2016-12-20 19:56:13 ENQERE - Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê, ji bo teklîfa AKP'ê ya guherandina Qanûna Bingehîn civiya. Komîsyona Qanûna Bingehîn, di bin banê Serokatiya Parlementerê AKP'ê yê Stenbolê Mûstafa Şentop de, ji bo Teklîfa Qanûnê ya Têkildarî Guherandina Makezagona Komara Tirkiyeyê civiya. Li gel endamên komîsyonê, gelek parlementerên îktîdar û muxalefetê hatin eywana civînê ya Avahiya Têkiliyên Gel a Nû. Polîsên Meclîsê, li têketina eywana civînê tevdîr girtin.