Têkildarî sûîqasta li dijî Sefîrê Rûsî hejmara binçavkirinan bû 7 2016-12-20 19:56:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî suqîqasta Sefîrê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov, bi îdiaya têkiliya wan bi sûîqastkar Mevlut Mert Altintaş re heye S.E. û 6 kes hatin binçavkirin. Piştî suqîqasta Sefîrê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov, hejmara kesên hatin binçavkirin gihaşt 7'an. Hat zanîn ku gumanbarên hatine binçavkirin, xizm û hevalên dibistanê yên Altintaş ên li Îzmîrê ne. Her wiha duh bi şev dayik û xwişka Mevlut Mert Altintaş jî hatibûn binçavkirin.