Bîlîcî: Dewlet dizane Mujgan Ekîn li ku ye! 2016-12-21 09:20:37 AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî pirsên der barê Mujgan Ekînê de bersivand û balê kişand ser bêdengiya dewletê û got, dewlet dizane Mujgan Ekîn li ku ye. Endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê Mujgan Ekîn ku di 24’ê Cotmehê de li Enqere yê winda bû, ev 59 roj in agahî jê nayên wergirtin. Tê gotin ku Ekîn li semta Batikent’ê ya Enqereyê hatiye binçavkirin û ev 59 roj e malbata wê bi ÎHD’ê û raya giştî re pirsa Ekîn dike. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Racî Bîlîcî tekîldarî rewşa Ekîn û hewldanên ku ji bo dîtîna Ekînê tên kirin nirxand û peyamên girîng da. ‘NEDÎTINA MUJGAN ŞERMA RAYA GIŞTÎ YE’ Bîlîcî anî ziman ku, wan çawa ji bo rêveberê DBP’a Şirnexê Hûrşît Kulterî hewl dan, dê ji bo Mujgan Ekînê jî hewl bidin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di serî de dîtina Kulter û ji ber navê wî tevlî kiryar nediyaran nebû, ev kêfxweşiya herî mezin e. Rexne û nîqaşên piştî dîtina Kulter jî vale ne. Îro jî Mujgan winda ye. 59 roj in mirovek agahî jê nayên wergirtin, ev şerma hemû raya giştî ye. Her wiha li ser dîtina Kulter ketina nava feraseta ‘Wê ev jî li cihekî din re derbikeve’ şaş e. Ji ber vê yekê ew çalakiyên ji bo Kulter me lidarxistin, em ê ji bo Mujganê jî li dar bixin.” ‘DEWLET Û RAYEDAR BERPIRSYAR IN’ Bîlîcî diyar kir ku, Mujgan li nava Enqereyê hatiye binçavkirin û dîmenên wê jî hene û ew tişt gotin: “Divê dewlet cihê Mujgan aşkere bike. Ji ber ku ji windabûna Mujganê dewlet û rayedarên wê berpirsyarin. Li hemû sazî û wezaretên dewletê serlêdanên me hene. Heta îro jî dewletê tu agahî nedaye me. Lêpirsînek li Enqerê heye, lê agahiya kesê jê tune ye.” ‘DEWLET DIZANE MUJGAN LI KU YE’ Bîlîcî bi gotina “Dewlet dizane Mujgan li ku ye” bêdengiya rayedarên dewletê rexne kir û axaftina xwe wiha domand: “Herî dawî Taşkin Yasak jî winda bû û tu agahî jê nehatin wergirtin. Taşkin jî beriya 2 rojan hat mala xwe. Lê Taşkin li ku bû, çi bi ser serî hat. Dibe ku Taşkin nikare ji ber ewlehiya xwe agahî bide. Lê divê Serdozgeriya Amedê serpêhatiyên Taşkin bi raya giştî re parve bike.” ‘DEWLET JI BO KULTER JÎ TIŞTEK NEKIR’ Bîlîcî dest nîşan kir ku, dewlet dema windabûna Kulter jî tu gav ne avêt û wiha berdewam kir: “Dewlet çawa ji bo Kulter tiştek nekir, îro ji bo Mujganê jî tiştekî nake. Hê der barê windabûna Mujganê de ji aliyê dewletê ve tiştek li holê tune ye. Lê em bêdeng namînin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber ku navên komên cûr bi cûr di demên dawî de derket holê. Heger dozgerên dewletê aşkere neke, em mafdar in. Heger naxwazin fersend bidin JÎTEM’ê, divê bi ser van bûyeran de herin û berpirsyarên wan derxînin holê."