'Alîkariya ji bo zarokên Şirnexê Zerarê dide otorîteya dewletê!' 2016-12-21 09:22:58 ŞIRNEX - Mamosteyên ku ji bo zarokên Şirnexê li ser medyaya civakî kampanayaya ji bo kincên zivistanê dabûn destpêkirin ji hêla Muduriyetiya Perwerdehiyê ya Şirnexê ve bi îdiaya "Zirarê dide otorîteya dewletê" hat qedexekirin. Mamosteyên ku ji bo zarokên Şirnexê li ser medyaya civakî kampanayaya ji bo cilên zivistanê dabûn destpêkirin, ji hêla Muduriyetiya Perwerdehiyê ya Şirnexê bi biryar û îdiaya "Zirarê dide otorîteya dewletê" hat qedexekirin. Mamosteyên ku kampanyaya alîkariyê ya li ser Twitter û Facebook'ê dabûn meşandin di demek kurt de xwe gihandin bi hezaran kesî û rastî eleqeyek mezin hatibû. Muduriyetiya Perwerdehiyê ya Şirnexê ji bo kampanyayê nivîsek ji mûdên dibistanan re şand. ''ALÎKARÎ ZIRARÊ DIDE OTORÎTEYA DEWLETÊ!' Nivîsa miduriyetiyê wiha ye: "Hat dîtin ku mamosteyên di sazî û dibistanê me de bi peywirin li ser medyaya ciwakî bêdestûr hinek xebata dimeşînin. Di van xebat û daxuyaniya de hat dîtin ku wek dewleta me alîkarî û piştgiriyê nade tê xuyakirin û zirarê dide otorîteya dewletê. Di madeya 124'an a Qanûna Cezayên Dîsîplên û Amîriya Dîsîplana Karmendên Dewletê a 657'an de 'rawestandina pêşketina qedemê' de kesên ku agahiyê bê destûr bide çapemenî, radyo, televîzyon û ajansa nuçeyan dê di navbera 1 û 3'an de bê rawestandin. " 'CILÊN JI ZAROKAN RE HATIN ŞANDIN DESTESER KIRIN' Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Şirnexê Serhat Ugur di derbarê mijarê de ji dîhaber'ê re axivî. Ugur diyar kir ku, ew û çend mamosteyan ji bo zarokên Şirnexê li ser medyaya civakî kampanyaya alîkariyê ya cil û bergên zivîstanê dabûn destpêkirin. Ugur da zanîn ku ji bo kampanyayê eleqederiyek mezin çêbûbû û wiha dewam kir : "Ji bo alîkariya zarokên Şirnexê ji Îngîlîstanê jî li me geriyan û xwestin alîkariyê bidin zarokan. Çend komeleyên alîkariyê, dê ji bo zarokên Şirnexê alîkarî bidan lê hemû komeleyên ku wê alîkariyê bikiranan jî bi KHK'ê hatin girtin. Ji ber vê yekê em çend mamoste bi însîyatîfa xwe em ketin nav hewldanê. Her çû kampanyaya me mezin bû. Xwendekarên Zaningeha Yildizê ya Stenbolê li gel destûrdayînê jî dema alîkarî şandin Şirnexê, dest danînin ser alîkariyên wan. Ji bilî van gelek alîkariyên wekî din jî hatin desteserkirin." 'BIHÊLIN BILA GEL NÊZÎKÎ HEV BIBIN, BILA ALÎKARIYA HEV BIKIN, NETIRSIN!' Ugur dest nîşan kir ku, kampanyaya ku kincên zivistanê ên wek mont, pêlav, fanêre, qocix hwd. tê de cih digirin, bi îdiaya "zirarê dide otorîteya dewletê" hatiye qedexekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev biryar mêjiyên mirovan disekinîne. Ji ber ku gel li hevdu xwedî derdikevin zora wan çûye. Ger hûn peywira xwe baş bînin cih, hewce nake ku em dest bi kampanyayek wiha bikin. Ger hûn peywira xwe neynîn cih bihêlin em peywira xwe bi cih bînin. Bihêlin bila gel alîkariya hev bikin, li hevdu xwedî derbikevin, bi hev re bijîn. Netirsin! Bifikirin ji Îzmîrê zarokek li me geriya û xwest ku montê ku 2 roj berê ji xwe re sitandiye ji zarokên Şirnexê re bişîne. Lê mixabin ji ber hişmendiya dewletê nikare rêke. Ji piştgiriya gelan ditirsin. Dev ji vê nêzîkatiya xwe berdin û xwe di ber çavan re derbasbikin."