3 Hevşaredarên DBP'î hatin girtin 2016-12-21 09:47:45 BEDLÎS - 3 Hevşaredarên DBP'î hatin girtin. Hevşaredarê Hizanê Îhsan Ugur, Hevşaredarê Motkiyê Ozcan Birlik û Hevyaredarên Yolalanê Felemez Aydin hatin girtin. Operasyon, binçavkirin û girtina li hemberî hevşaredarên DBP'ê berdewam dikin. Di 14'ê kanûnê de Hevşaredarê Motkiyê Ozcan Birlik, Hevşaredarê Hîzanê Îhsan Ugur û Hevşaredarê Yolalanê Felemez Aydin di operasyon û serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Hevşaredarên Motkî, Ozcan Bîrlîk, Hevşaredarê Hîzanê Îhsan Ugur, Hevşaredarê Yolanê Felemez Aydin piştî sewqî dadgehê hatin kirin bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê ne" hatin girtin.