Ayhan: Li şûna Stadyuma Rihayê avahiyên qaçax ava dikin 2016-12-21 11:00:35 RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan têkildarî projeya 11 Nîsanê ya ji aliyê Şaredariya Rihayê ya AKP'î ve hatiye amadekirin, bi daxwaza bersivndinê pirsname da Wezirê Karên Hundir. Ayhan, anî ziman ku li şûna Stadyumê avahiyên qaçax ava dikin pêşkêşî Navendên Bazirganiyê dikin. Parlanenterê HDP'ê yê Rihayê, têkildarî projeya 11'ê Nîsanê ya ji aliyê Şaredariya Rihayê ya AKP'î ve hatiye amadekirin, bi daxwaze bersivandinê pirsname da Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu. Şaredariya Rihayê ya AKP'î ji bo Staduma 11'ê Nîsanê ya li Qada Ataturk a Navçeya Haliliyê xera bike, soza dê li şûna wê qada kesk ava bike da gelê Rihayê û stadyum xera kir. Şaredariyê soz da ku dê li qada Statduyê ya Bajar hawizên olimpik baxçeyên çayê, û qada bi dar û ber ava bike. Şaredariyê li gel hemû bertekên welatiyan û saziyên sivîl di sala 2014'an de dest bi xerakirina statduyê kir û niha li şûna wê qadên Navenda Bazirganiyê ava dikin. Proje ji aliyê şaredariya Rihayê ve hat erêkirin. Saziyên civakî diyar kirin ku heta niha 3 caran proje hatiye revîzekirin û guhertin û bi van guhertinan gelek rant pêş xistine. Têkildarî projeya ku heta niha 3 caran hat revizeyekirin û li şûna Statduyê dixwazin avahiyên qaçax ava bikin Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan pirsname da Wezîrê Karên Hundir Soylu. Ayhan, diyar kir ku avahiyên qaçax bi kirê didin fîrmayek Navenda Bazara Dan û Stendinê (AVM) û piştre derxistine firotinê. Ayhan, anî ziman ku Şaredariya Rihayê ruhsat dane van kargeriyan û ev pêkanîn sûc e. Ayhan, da zanin ku ji bo krazên zagonî li vê nelirêtiyê bikin plan û projeyên nû amade dikin. Ayhan, da zanîn ku Wezareta Spor û Ciwanan, ji bo hemû razemeniyên li tevahiya Rihayê dike fînansmane esas digire û hatina ji vê projeyê dê pêşkêşî Wezareta Spor û Ciwanan bike. Ayhan, ani ziman ku ev avahiya qaçax a Navenda Bazirganiyê ku li vê navendê bê avakirin dê bêhna bajar biçiqîne û trafîka bajar felç bike. Ayhan ji bo bersivandinê ev pirs pirsîn: 1 - Ev qada ku bi soza bikin qada şînahiyê niha dikin Navenda Bazirganiyê hûn çawa şirove dikin? 2.Îdîayên Projeya 11'ê Nisanê, 3 caran hat revizekirin rast e? Ger ku rast be sedema reviîzeyan çiye? 3.Di projeyê de navenda Bazirganiyê heye ? 4. Projeya 11 Nisanê berî bê revizekirin cihê çend metre kare Navenda Bakirganiyê hebû. Piştî revîzekirinê qada bakirganiyê bû çend metre kare? 5. Nirxê Qada Tîcaretê çiqas e? 6. Li navenda Bazirganiyê 2'min otopar dikin kargerî rast e? 7. Tê gotin Şaredariya Rihayê ji bo avahiyên qaçax ruhsatê dide rast e. 8.Tê gotin bi armanca hemû razemeniyên li Rihayê ji bo fîransmana Wezareta Ciwan û Sporê. Ev rast e? 9. Peyvir û berpirsiyariya ku Şaredarî fînansmana wezaretan bikin heye ya na? 10. Dema proje hat amadekirin rewşa trafîkê li ber çavan hat girtin ya na? 11. Şaredariya Rihayê ji bo rê li pêş pirsgirêka trafîkê bigiretu tedbîr girtine ?