Rojnameger Kirkaya serbest hat berdan 2016-12-21 11:21:00 ENQERE - Rojnameger Kenan Kirkaya ku 10 rojin li Enqereyê di bin çavan de ye derxistin edliyê. Kirkyaya li dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Rojnameger û Nûnerê DÎHA ya hat girtin yê Enqereyê Kenan Kirkaya di operasyona 12'ê kanûnê de li dijî HDP’ê pêk hat û hat binçavkirin piştî 10 rojan di bin çavan de ma îro sewqî dadgehê kirin. Rojnameger Kenan Kirkaya ku heta 5 rojan dozgerê lêpirsînê ne amade bû û dosya nehatibû amadekirin piştî 10 rojan di bin çavan de ma sewqî edliyêkirin. Kirkaya ku li midûruyeta polîsan mafê xwe yê bêdengiyê parast û li dozgeriyê îfade da. Kirkaya li Dadgehê bi şertê kontrola Edlî serbest hat berdan.