Polîsan êrîşî endamên KESK'ê kir 2016-12-21 13:51:11 STENBOL - Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), xwestin ji Kadikoy a Stenbolê biçin Enqereyê. Lê polîsan êrîşî kedkaran kirin. Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), xwestin ji Kadikoy a Stenbolê biçin Enqereyê, lê polîsan êrîşî kedkaran kirin. Polîsan bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê êrîşî endamên KESK'ê xistin û alozî derket. EM DÊ LI GEL HEMÛ ZEXTAN MEŞA XWE PÊK BÎNIN Dema polîsan banga “Piştî we daxuyanî da belav bibin" dikir Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose diyar kir ku bi hezaran hevalên wan en kedê ji kar hatin dûrxistin. Kose, anî ziman ku ji niha û şûnde jî ji bo ku em endamên xwe yên îxrac bûne paşve bikişînin emê têbikoşin. Em bi biryar in. Em niha tên astengkirin. Dibêjin em destûr nadin. Lê em dê li gel hemû zextan meşa xwe berdewam bikin. Piştî axaftina Kose endamên KESK'ê dest bi meşê kir. Piştî endamên KESK'ê dest bi meşê kirin, polisên hezên çevîk li tenişta Îstîkeleya Kadikoyê êrîşî kedkaran kir. Dema polisan êrîşî kedkaran kir rageşî derket û gelek endamên KESK'ê hatin binçavkirin. Piştî erîşa polisan endamen KESK'ê dîsa li îskeleyê kom bûn. Endamên KESK'ê xwest endamên wan yên hatine binçavkirin serbest bê berdan. Piştî hevdîtinan kesên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Komê dema rastî êrîşan hat bê navber siloganên "Dirê qatil, AKP”, “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Koma KESK'ê piştre derbasi şaxa Egîtîm Senê ya Kadikoyê bûn.